Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ji ANFê re axivî û got:
Tevî nelirêtî û diziya AKP’ê jî, Şaredariya Akdenîzê wê xizmetê ji navçeyê re bike û bibe şaredariya her kesî.
Sariyildiz ragihand ku AKP’ê di 5 salên derbasbûyî de xizmet danî aliyekî, lê gel li hemberî hev rakir, bi zimanê cihêkariyê civak bêzar kir û got;
Ji berdêla feraseta xizmetê talan kirin. Em ê vê zihniyetê berteref bikin.
Pistgireken gelekî cidî hene. 700 milyon deynê şaredariyê hene. Lê gel bi ciddîyet li şaredariyê xwedî derket.
Divê em bibin hêvî û xeyalên vî gelê bi rûmet.
Sariyildiz anî ziman ku Akdenîz navçeya herî girîng ya Mersînê ye û got;
Akdenîz di aliyê aborî, civakî û siyasî de dilê Mêrîsnê ye.
Kurd, Tirk, Ereb, Romen, Rûm, Elewî, Sûnî û Xiristiyan li vî navçeyê dijînin.
Her kes li benda xizmetê ye.
Em dizanin ku gelê Akdenîzê ligel me ye û em ê bi gel re kar bikin ku şaredarî bibe ya her kesî.