Desthilatdariya AKP-MHP’ê li bajarên Kurdistanê narkotîk û fûhûşê teşwîk dike.
Ev karê qirêj di dema Wezîrê Karên Hundir yê berê Suleyman Soylû destpêkir û bûye polîtîkayeke dewletê.
Li Wanê tenê sala 2023’an 9 hezar kesên ku madeyên narkotîkê bi kar tînin ji bo bêne dermankirin serî li Navenda Dermankirina Bikarhênerên Madde û Alkolê dane.
Beriya niha di çapemeniyê de belav bû ku Şaredarê Şaxê yê AKP’yî Abdûrrahman Şeylan û hin cerdevanên wî narkotîkê tedarik dikin.
Li Wanê narkotîk li pêşiya dibistanan û li hin kolanên Wanê bi hêsanî tê firotin.
Kafe û otopark bi taybetî ji bo vê armancê têne bikaranîn.
Bazirganiya fûhûşê di bin navê salonên masajê û bi serkêşiya polîsan tê kirin
Par ji ber narkotikan, li navçeya Rêya Armûşê ji ber sucên fuhuşê, avêtin ser saloneke masajê.
Balkêş bû ku 2 jê polîs 6 kes hatin binçavkirin.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek derbarê mijarê de got; Ev karê qirêj tenê li Wanê nayê kirin,
Li tevahiya bajarên Kurdistanê narkotîk bi destê polîsan tê krin Aarmanca rejîma Erdogan ew e ku ciwanên Kurd ji siyasetê ji doza Kurd û Kurdistanê dur bike.
Li xeta Wan, Riha û Amedê narkotîk tê teşwîkkirin.
Divê civaka Kurd, rêxistinên civakî û teva li dijî rejîma çete têkoşînê bikin.