Parêzer Selma Benkhelîfa, li gel 2 parêzeran, par meha Tebaxê, ji Belçîka, ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk yên bi droneyên bi çek çûne Şingalê û kampa penaberan ya Mexmûrê.

Prêzer Benkhelîfa li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got; .Di Tebaxa 2022’an de, ji bo lêkolînkirina êrîşên bi balafirên bêmirov yên bi çek, me serdana Şingalê û kampa penaberan a Mexmûrê kir. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Êzidiyan êrîşên nijadperestî ne. Dema em li qadê bûn, droneyên Tirk li hewayê digeriyan. Kuştina bi dorna kuştina bê daraz e û suc e .

Êzidiyan got; êrîşên dronayên dewleta Tirk têne wateya dewama qikririna çeteyên DAIŞê,

Dewleta Tirk jî, êrîşên li dijî Şingalê eşkere tîne ziman. Van êrîşan jî di bin navê ‘têkoşîna li dijî PKK’ê de dike. Di êrîşa li dijî konvoya trimbêlan de, berpirsiyarekî Êzidî û gelek kesên din birtîndar kirin. Piştî bi rojekê, dewleta Tirk ji bo birîndaran bikuje nexweşxane bombarduman kir. .

Prz. Benkhelîfa anî ziman ku piştre wan serdana kampa penaberan ya Mexmûrê kir û got;Mirovên li kampê teva hemwelatiyên Tirkiyê ne û dewletê gundên wan şewitandine. Teva, ji zilma dewletê revîya ne. Ev penaber, bi nasnameyên Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî dimînin. Mirovên li wir ji dayik bûne û mezin bûne nasnameyeke wan nîne, û bê welat in. Dewleta Tirk bi behaneya PKKê êrîşî kampê dike û mirovên 7 salî heta bi 70 salî dikujin..

Şingal û kampa penaberan Mexmurê, ji sînorên Tirkiyê gelekî dûr in, li ser sînorê Sûriyê ne. Dewleta Tirk nikare êrîşên xwe bi mafê xweparastinê ve girêbide. Êrîşên dewleta Tirk yên bi balafirên bêmirov, binpêkirina qanûna NY, ku dibêje; ‘Nabe ku mirov bêdaraz bêne kuştin’ e. Dewleta Tirk suc dike, divê NY hesab bipirse.

Prz, Benkhelîfa herî dawî got; PKK’yî jî be, nabe mirovan bikujin. MÎT dadgerî nîne, hiqûq nîne. Mirovên di nava MÎT’ê de biryarê didin û ji kesekî li ser kompûterê re dibêje tune bike, drone jî tune dike. Ev suc e û derwleta Tirk li darî çavên cîhanê vî sucî dike.

Me têkildarî mijarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan da. Ji me re gotin, piştî riyên hiqûqî yên navxweyî yên li Tirkiyê qediyan, hun dikarin serî li dadgeha me bidin, Ev ne rast e. Mexdûr welatiyên Tirkiyê nînin û li Tirkiyê nikarin dozê bidin destpêkirin.

Riya duyemîn jî, serlêdana li Neteweyên Yekbûyî ye. Ev yek jî ji aliyê dewletekê ve dikare bê kirin. Iraqê têkildarî êrîş û kuştina sivîlên Ereb de serî li Neteweyên Yekbûyî da, lê ji bo Kurdan serlêdan nake. Ev jî nayê qebûl kirin.

Ji bo mexdûrên Mexmûrî me serî li Komîsyona Mafên Mirovan ya NY da. Lê hîna jî bersiv nedane me.