HBDH Kurdistanê ragihand ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê agir berdane TIR’eke AKP’iyan.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Kurdistan, bi daxuyaniyekê ragihand ku 30’ê Gulana 2021’ê li ser rêya Dêrik-Qoserê ya Mêrdînê, TIR’ek bi plaqeya 23 TK 653 a barkirî hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwediyê TIR’ê şîrketa Akmar e ku fîrmayeke AKP’iyan e.”