Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Andok li dijî Qereqola Şehîtlîkê ya Amedê bi bombeyan çalakî li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Andok, 1’ê Hezîranê li dijî qereqola li kolana Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê bi bombeyan çalakî hate lidarxistin.

Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku çalakî li ser bingeha “dilsoziya bi xeta Rêbertiya Azad” hatiye kirin.

Yekîneyê ragihand ku bi rêya vê çalakiyê pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê silav kirine û wê çalakiyên xwe xurtir bikin.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê jî hate kirin ku tevlî refên berxwedanê bibin.