Di hejmara nû de, bi sernava “Jiyankirina li gorî pêdiviyên şehadetan, jiyana herî zehmet e” ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan li ser şehîdan vegotine cih digire.

Bi beşa jiyana Gerîla de jî nivîsa li ser “Nirxên şoreşê” û “Şervantiya Şehîd Rojhat” heye.

Li aliyê din, nirxandinên bi sernavên “Yên hebûna wan tineye, azadiya wan nabe”, “Têgihiştina me ya welat wate û exlaqa me ye”, “Rêbertî navê fedakariyê ye”, “Têkoşîn 1’ê Gulanê divê bê mezinkirin”, “Pêngava 1’ê Hezîranê û Şerê Gelê Şoreşgerî” û “Rastiya dijîtal, paradoksa mirovahiyê ya çêkirî” cih digirin.

Di beşa “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner” de jî, têkoşîna Sosyalîst a Tirkiyê, agahiyên derbarê bajarê Dersimê û nivîsên têkîldarî Hozan Mizgîn ku bi huner û rêxistinbûna xwe, mihra xwe li dîrokê xistiye cih digirin.