Konferasn, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê. li Kobanê, li salona Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate pêkanîn.

Di konferansê de bi sedan xwendekar û malbatên şehîdan û endamên Kongra Star amade bûn.

Pişrî rêzgirtinê, endama Desteya Ciwan û Werzîşê Mercan Bozan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. û got: Karê herî baş ku ciwan dikin, erk û berpirsyariya rêxistinî demokratîk ava dikin. Divê ciwan, di destpêkê de bi nasnameya xwe û rastiya çanda xwe bijîn.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate nîşandan.

piştre, endama Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan em gihiştine vê astê, di saziyên xwe de bi zimanê xwe diaxivin û dinîvisîn. Zêdetirî 36 meh an ku tu agahî jî Rêbertî nayê girtin. Divê hemû ciwan hêz û vîna xwe xurtir bikin da ku em êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.”

Beşdaran têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamname konferansê, ji 7 xalan pêk tê û dibêje, eya Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Divê bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan li her derê pêk were. li her derê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan û tecrîd were şermezarkirin û têkoşîn werê xurt kirin.

Em wek ciwan bi têkoşîna Elî Çîçekan bikoşinê bikin û heta Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe, têkoşîna xw ebidomînin.