Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û daxuyanî û nêzîkatiya CPT a têkildarî Îmraliyê nirxand û got; Eger CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME’yê sûcdar bike, ev yek bi bandora berxwedana bênavber û bi biryar a gelê Kurd û dostan pêk hatiye.

Hêlîn Umît destnîşan kir ku fêhmkirina sîstema êşkenceya Îmraliyê ji bo fêhmkirina sîstema cîhanê rastiyeke gelekî girîng e û got; Di 15-20 rojên derbasbûyî de têkildarî Îmraliyê nîqaş ketin rojevê. Hem CPT daxuyanî da, piştre Wezareta Edaletê daxuyanî da. Cezayê hevalê Veysî Aktaş temam bû, lê ew bernedan. Bêyî ku behane hebe berdana wî ji bo salekê taloq kirin. Armanca vê yek jî diyar e, di çaçroveya planekî de hate kirin.

Ez timî dibêjim, polîtîkayên Îmraliyê ne tenê polîtîkayên têkildarî Îmraliyê ye, qadeke têkoşînê ye ku polîtîkayên têkildarî gelê Kurd û herêmê diyar dike. Dewleta Tirk xwedî wê hêzê nebû ku di sala 1999’an de komploya navneteweyî bike.

Eger ne ji piştgiriya hêzên navneteweyî bûya, ne ji operasyoneke navneteweyî bûya îro Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî nebû. Têkoşîn wê bigihiştibûya qonaxeke hîn cuda, berê pêşketinan wê cuda bûya. Şmralî berhema hêzên navneteweyî ye. Rola Tirkiyê gardiyantî ye. Dewleta Tirk nobeda vê sîstema qirkirinê dike.

Helin Umît got; Dixwazin têkoşîna li Imraliyê bi dawî bikin û şerê azadiya gelê Kurd biqedînin. Timî lambeya kesk ji bo Tirkiyê vedixin, timî hêviyê didin. Ya ku wê sîstema şerê taybet li ser piyan dihêle hêzên komploger in.

Hêlîn Umît dazanîn ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) saziyên veşartina van rastiyan e. Parêznameyên Rêberê me hene. Rêberê me di sala 1999’an de piştî ku dîl hate girtin, Parêznameyên 5 bergî nivîsîn. Bi van pirtûkan guhertina paradîgmayê pêk anî û asoyekî nû da sosyalîzma demokratîk. Di destpêka hemû parêznameyan de jî nameyên ji bo DMME hene. Ji DMME û CPT re xîtab dike.

Yanî Reberî ev sazî kirin muxatab, lê ew bi berpirisyarî û erka xwe ranebûn. Di pîvanên cîhanê de hin qanûn û peyman hene ku gelan, civakan qebûl kirine. Lê ev kanun û peyman ji bo gelê Kurd nînin.

Daxuyaniyên wan hem mikurhatin e, hem berpirsyariyê dixin stuyê hev. Ev daxuyanî jî diine xuya kirin ku kanun û peymanên navnbetwyeî têne binpêkirin.