Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya Ji ANFê re axivî û diyar kir ku ji zêdekirina xizmetên binesaziyê heta bi zêdekirina derfetên kar ew ê çavkaniyan pêşkêşî xizmeta gel bikin û got: Di wê baweriyê de me ku em ê bi hevkarî û piştevaniyê bi serbikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye.

Gulbahar Kaya diyar kir ku qeyûm ji pêwîstiyan bêhtir xebatkar li dora şaredariyê kom kiriye, mûçeyên van jî budçeya şaredariyê daye û got; Ev hemû lêçûn e, îsrafkirina çavkaniyan e. Lê xizmet ne hatiye kirin. Rê xerabe ne, av paqij e lê ji lûleyan ava qirêj diherike.

Qeyum gelek saizyên civakî girtiner, divê ev sazî ji nû ve werin vekirinYek ji wan Navenda Jinê ya Savûşka ye, yek jî Navenda Çandê ya Mordem e. Li aliyê din pêwîstiya Gimgimê bi binesaziyê ye.

Zivistanê Gimgim di bin ewrê toza tarî de dimîne. Bêguman anîna gaza xwezayî ji bo navçeyê giring e. Di vê mijarê de me dest bi danûstandinan kiriye. Me dest bi lêkolînan kiriye ku lûleyên gaza xwezayî bêne danîn.

Gulbahar Kaya got, “Cografyaya me ji ber polîtîkayên ewlekariyê hate xalîkirin, razemenî nîne, bêkarî di asta herî bilind de ye. Mêtingeriyeke mezin heye. Ciwanên me berê xwe didin bajarên rojava yan jî Ewropa. Li gel hesasiyeta me ya îdeolojîk jî cihê jinê li qada civakî û aboriyê hîn têrker nîne. Her dever ji aliyê cografî û dînamîkên hilberînê ve cuda ye, ji bo Gimgimê em plan dikin ku kooperatîfeke xwe dispêre hilberîna berhemên şîr û sewalkariyê ava bikin.

Em naxwazin ku ciwanekî bi tenê jî ji ber hincetên aboriyê warê xwe biterikîne. Bi hevkarî û piştevaniyê em ê gelek projeyan bi cih bînin, bi ser bikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye.”