Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, encamên teqez ên Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê eşkere kirin. Yener, bi lêv kir ku di hilbijartinên şaredariya bajarê mezin de tev li bûn ji sedî 78,12 ye.

Yener, anî ziman ku AKP’ê 12, YRP 1, DEM Partiyê 3, CHP’ê jî 14 şaredariyên bajarê mezin bi dest xistine.

Ji 51 şaredariyên bajaran AKP’ê 12, Partiya Îyî 1, Partiya Yekitiya Mezin 1, Partiya Yenîden Refah 1, DEM Partiyê 7, CHP’ê 21, MHP’ê jî 8 şaredarî bi dest xistine.

Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 pêk hat.

Tevlibûna herî kêm bi rêjeya ji sedî 67,34 li Amedê çêbûye. Yener, ragihand ku ji bo şaredariya bajaran bi rêjeya ji sedî 59.63 tevlibûna kêm Çewlig û ji sedî 59.76 jî navçeya Rezan a Amedê ye.

Yener, da zanîn ku cihên ku hilbijartin lê bên nûkirin jî wiha ne:

“Li ser îtîrazên piştî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê de hatin kirin di 2’yê Hezîrana 2024’an de li navçeya Guzelyûrt a Aksarayê, Pinarbaşi ya Qeyseriyê, Hîlwan a Rihayê û Yildizelî û Guneykaya yên Sîvasê, li bajaroka Perî ya Mazgîrt a Dêrsimê, li Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê û bajaroka Saglik a girêdayî Aksarayê dê hilbijartin bên nûkirin.”