Emîne Şenyaşar doh jî, di roja 95’an de, li ber avaniya Wezareta Dadê nobeta xwe ya edaletê domand.

Rêxistina DEM Partî ya Enqerê û endamên Kollektîfa Demokrasiyê ya Sosyalîst doh çûnew serdana Emîne Şenyaşar.

Emîne Şenyaşarê xwest kurê wê bê berdan û got: Ew girseya li Wanê çawa kom bû, bila li vir jî kom bibe. Werin, êdî bes e ji vê zilmê re.”

Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşar bi bandor bû û li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kiribû, çalekiya xwe di roja 18’an de domand.