Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak, piştî desteserkirina şaredariyê hate girtin.
Şaredariya bajarokê Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê roja 15’ê Gulanê bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirk hatibû desteserkirin. Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak ê HDP’î ku hate destgîrkirin, doh derxistin pêşberî dadgehê.
Bi îdîaya “propaganda rêxistinê” Bûdak ji aliyê dadgeha dewleta Tirk ve hate girtin.
Bûdak şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.