Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan bertek nîşanî êrîşên dawî yên li hemberî cenazeyan û radestkirina cenazeyan a di qutiyan de da û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê bi malbatan re têkoşînê mezin bikin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet zarokên gelê Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê qetil dike. Êrîşî cenazeyên ciwanên Kurd dikin û di qutiyan de didin malbatên wan. Bertekên li hemberî êrîş û îşkenceya li ser cenazeyan dewam dikin.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî demek berê li dar xist.

Di encama kongreya bi diruşma “Bi nirxên xwe yên bingehîn ber bi siberoja azad ve” rêveberiya nû hate hilbijartin.

Hevseroka nû ya ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan li ser mijarê axivî û bi lêv kir ku ew ê di sala nû de xeta têkoşînê hîn xurtir pêş bixin, xwedî li têkoşîna xwe û nirxên gelê xwe derkevin..