NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê, keyayên gundan diyar kirin ku hîn tu alîkarî negihaştine gundên wan.  Piştî erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê, gelek gundên li derdorê jî tesîr ji erdhejê girtin. Keyayên gundan bi telefonê beşdarî bernameyên televîzyonan bûn û diyar kirin ku heta niha tu alîkarî negaihaştine gundên wan.  *Keyayê gundê Dûygûlû yê Sîvrîceyê: “Niha 40 kes li gund dimînin. Li gudn kes nemiriye. Lê xanî xera bûne. Mirov li derve ne. Hîna komên alîkariyê nehatine gund. AFAD’ê got, ji ber rewşa li Xarpêtê ew ê nikaribin werin. Ma ên li gund qey ne mirov in?”. *Keyayê Taxa Kulturê yê Sîvrîceyê Hayrettîn Ûgûrlû: “Xesareke mezin çê bûye. Em niakrin têkevin malên xwe. Li gundan hin kes mirine. Ji me re hat gotin 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. her wiha agir bi avahiyên hin gundan ketiye. Zarok li derve ne. Hê kon ji me re nehatine”.  *Keyayê gundê Çevrîmtaş ê navenda Xarpêtê Ramazan Alparslan: “Mirov li qada gund in. 4 kes di bin kavilên avahiyan de man. Heta niha hê me xeber ji 2 eksan negirtiye. Gundê me ne gundekî qelebalix e. Heywan jî di bin kavilan de mane. Hê tu alîkarî nehatiye kirin”.