Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Kurd û hemû gelên Îranê dixwazin destûra bingehîn û hikumet û bi giştî jî pergal biguhere. Vejîn bal kişand ser rola pêşengtiyê ya Kurdan û diyar kir ku çareseriya demokratîk girîng e.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku rejîma Îranê ji ber siyaseta xwe li derve û hundir tengijiye û êdî hatiye wê astê ku ji sîya xw ditirse. Vejîn bal kişand ser vî tiştî ku gelên li Îranê di çarçoveya azadî û demokrasiyê heke xwe bispêrin hêzên xwe, ew ê karibin têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bidomînin.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn li ser geşedanên dawîn ên li Îranê ji ANF’ê re axivî.

Vejîn derbarê şer û nakokiya di navbera DYE û Îranê û kuştia Qasim Suleymanî got ku “Piştî avabûna komara Îslamî di navbera desthilatdariya wê û DYE’yê de nakokiyên mezin çêbûbûn û ev krîz heta îro didome. Ji bo Îranê tişta girîng ev e ku ew li derveyî sînorên xwe şer bidomîne. Îran di salên dawîn de li gelek herêmên Rojhilata Navîn xwe bi cih kiriye. Îranê heta niha diyar dikir ku ew li dijî DYE şer dike lê şerekî gelekî stratejîk dike. Hemû hewldana wê ev e ku şer û krîz û kaos nekeve nav axa Îranê. Şerê 8 salan ê di navbera Îran û Iraqê de jî bandora xwe li ser vê stratejiyê kir. Îranê di wê kêlîkê de hêzên xwe li gorî îdeolojiya xwe ava kir û diyar kir ku ew li dijî emperyalîzmê ye. Heta îro jî ev rewş wisa didome. Ji ber krîza li herêmê, aloziya di navbera Îran û DYE’yê zêde bû.

GUHERANDINA PERGALÊ DYE’YÊ ELEQEDAR NAKE

A rast DYE ketiye ku derê, li wê derê şer û pevçûn zêde bûye û çareserî ava nebûye. Mînakên Iraq, Efganistan û Sûriyeyê li pêşberî me ne.

Kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs jî ji bo Îranê darbeyeke mezin bû. Di navbera her du hêzan de ji berê ve di warê siyasî, ekonomîk û dîplomasiyê şerek hebû. Ambargoya DYE ya li ser Îranê, zext li Îranê dike. DYE ji guherandina pergalê zêdetir, dixwaze Îranê têxe bin kontrola xwe. Kuştina Suleymanî krîz û kaosa heyî zêdetir kir. Ji ber vê jî zextên li ser gelan zêde dibe. Bi mudaxeleya hêzên derve re krîz zêdetir dibe.

Wekî ku Rêbertiya me jî diyar dike Paradîgmaya Neteweya Demokratîk û Rêya 3’emîn projeyên ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelên din e. Çareserî ev e ku divê yekîtiya demokratîk û siyaseta demokratîk were avakirin. Em di vî tiştî de israr dikin. Mudaxeleyên hêzên derve yên li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê krîz û kaosê zêdetir dike. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk dikare van krîz û aloziyan çareser bike.”

‘GELÊN ÎRANÊ VÊ PERGALÊ QEBÛL NAKIN’

Vejîn li ser xwepêşandanên li Îranê diyar ku di her firsendê de civak li dijî hikumet û pergalê dadikeve qadan û got ku “Siyaseta hikumeta Îranê gelan dixe nav krîza civakî, siyasî, ekonomîk û çandî. Vê rewşa Îranê herî zêde xisarê dide civaka wê. Her roj bi dehan kes ji ber mûxalefetê tên girtin. Êşkence, bidarvekirin, qetlîam û destgîrkirin bûye tiştekî asayî. Li gel van tiştan jî gelê Îranê bi cesareteke mezin li hemberî rejîmê serî hildide, serweriya rejîmê qels dibe. Gelên li Îranê tu carî vê pergalê qebûl nakin. Daxwaza sereke ya gelên Îranê ev e ku destûra bingehîn a antîdemokratîk were guherandin. Di sala 2017’an de li dijî hikumetê xwepêşandan hatin kirin. Hemû gelên Îranê tevlî van xwepêşandanan bûn. Rejîma qirker a Îranê tu carî zext û zordarî nîşanî hêzên derve neda. Ev jî diyar dike ku rejîma Îranê qels e. Îran di vê pêvajoyê de dixwaze ambargoyên DYE qels bike û di nava welat de xwe ji zextan rizgar bike. Rejîm ji xwepêşandan û mûxalifbûna gel ditirse.

Hêzên dagirker û serwer tu carî çareserî û alternatîfan pêşkêş nakin. Jixwe heke nêta wan çareserî bûya, wê tu carî neketina vî halî. Pergal ji bo hebûna xwe nelirêtî, zext û zordariyan dike. Ji van tiştan çareserî pêk nayê.

Gelên li herêmê mudaxeleyên hêzên derve û mudaxeleyên netewedewletên din ên li herêmê qebûl nakin. Piştî aloziya di navbera Îran û DYE’yê xwestin ku bila DYE ji welatê wan derkeve. Kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Suleymanî bûn, piştî ku rejîmê balefira Ûkraynayê xist vê carê pê li posterên Suleymanî kirin û li dijî Hamaney slogan berz kirin. Niha Îran him li derve û him jî li hundir di nav krîz û kaosekê de ye. “

REFORMÎST JÎ ÇERXEKE PERGALÊ NE

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn got ku, “Di siyaseta Îranê de reformîst, keleporparêz û sahyan hene. Rejîm ji roja ku ava bûye ji aliyê keleporparêzan hatiye birêvebirin. Reformîst û keleporparêzên ku ji derve xwe cihê nîşan didin, çerxa heman pergalê ne. Her du jî li ser esasê ‘yek destûra bingehîn û yek rejîmê’ tevdigerin.

Ya rast vê siyaseta sê alî di bin desthilatdariya teqez a Velayetî Fakih û Hamaney de ne. Spayî Pasdaran wekî hêzeke artêşa taybet hatiye avakirin û girêdayî pergala Velayetî Fakih e. Hikumet siyaseta Spayî Pasdaran diyar nake. Di van demên dawîn de tê dîtin ku di navbera hêzên dewletê û hêzên Spayî Pasdaran de nakokî heye. Qasim Suleymanî pêşengiya pergala Velayetî Fakih dikir. Hêzên Spayî Pasdaran ne bi tenê avadanîyeke leşkerî ye, aliyên wê yên îdeolojîk û siyasî jî heye. Li herêmê û derveyî Îranê xwe bi rêxistin kiriye. Spayî Pasdaran dikare hikumetê kontrol bike. Hamaney siyaseta navxweyî ya Îranê bi rêya Spayî Pasdaran dike. Li herêmê Hêza Qidûsê heye, ev jî girêdayî Spayî Pasdaran e. Suleymanî nêzî Hamaney bû. Niha înîsîyatîf ketiye destê keleporparêzan ango usulgerayan. Hêzên Usulgera piranî ji endamên Spayî Pasdaran pêk tên. Yekser dewletê bi rê ve dibin. Dewlet li dijî îrade û plana Spayî Pasdaran nikare qanûnan bike. Di warê ekonomîk de jî xurt in. Li Rojhilata Navîn rêxistinbûna xwe didomîne.”

HILBIJARTINA LI ÎRANÊ FORMALÎTE YE

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bal kişand ser vî tiştî ku hilbijartin nikare tiştekî bîne Îranê û got ku “Ji ber ku rejîm diayr dike ku wê kî tevlî hilbijartinê bibe. Kesên ne li gorî wan ji lîsteya hilbijartinê derdixînin. Jixwe kesên hatine hilbijartin divê li gorî çarçoveya desthilatdariyê tevbigerin. Hilbijartina li Îranê li derveyî çarçoveya demokrasiyê ye. Meclîs û hilbijartin nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Hilbijartin bi awayekî demokratîk nayê kirin. Bi her hilbijartinê re rewşa gel xerab dibe.

KURD PÊŞENGÊN DEMOKRASIYÊ NE

Hekên Kurd û gelên din bibin yek û têbikoşin wê gavên guherandinê bi rejîmê re bidin avêtin. Gelê Kurd di warê yekîtiya gelên li Îranê dikare bibe hêzeke sereke. Gelê Kurd li hemberî vê mêtingeriyê dikare berxwedaneke xurt bike û di avakirina pergaleke demokratîk de roleke girîng werbigire. Gelê Kurd rola xwe yê pêşengiyê bi cih bîne, dikare azadî û demokrasiyê garantî bike. Feraseta dewleta mêtinger nikare pirsgirêkên civakê çareser bike.

Ji bo krîza li Îranê û mudaxeleyên ji derve bi dawî bibin, divê destûra bingehîn were guherandin. Projeya Neteweya Demokratîk dikare li Îranê were pêkanîn. Ji xeynî demokrasiyê tu pergaleke din nikare Îranê rizgar bike. Rejîma Îranê 40 sal in bi siyaseteke antîdemokratîk dixwaze Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve bibe. Ev gel jî li hemberî zext û zordarî û êşkenceyan li ber xwe didin. Heke Îran di nava xwe de demokrasiyê ava neke wê zextên ji derve jî zêde bibe. Heke dewlet pergaleke demokratîk ava neke, wê civak vê guherînê pêk bîne. Hêza civakê, hêza herî mezin e.”