Endama Meclisa Jinên Sûriyê Heyfa Hesen diyar kir ku lidarxistina komxebata Meclisa Jinan ji jinan re gavek giring bû û got: “Komxebat çavkaniya rizgariya jinan ji zilma di bin navê ol de tê kirin e.”

Meclisa Jinên Sûriyê di 20`ê Hezîranê li Eyn Îsayê  bi dirûşmeya `Jin û ol, diyalektîka di navbera zordarî û azadiyê de’ lidar xist. Komxebat bi beşdarbûba 150 delegeyên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê pêk hat.

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê ya Helebê Heyfa Hesen ku yek ji beşdarên di komxebatê de bû, ji ajansa me re qala giringiya komxebatê kir. Heyfa got: “Lidarxistina komxebatê û nirxandina mijara “Jin û ol, diyalektîka di navbera zordarî û rizgariyê de” girîng bû.  Ji ber gelek alî hene ol dikin hinceta xwe da ku bigihêjin armancên xwe. Jin jî ya herî zirarê di vê derbarê de dibîne ye. Ol li ser jinan pêk tînin bi rûyekî ku rola jin di jiyanê de kêm dikin û hebûna wê di civakê tine dikin.”

Heyfa destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bûye şerê bi navê ol, gelek rêxistin derketin  ku ola Îslamê xirab kirin. Heyfa gotinên xwe wiha dewam kir: “Komxebatê gelek alî nirxandin. Ev aliyên ku hatîn nirxandin, têgehên ol û zordarî ne ku jinan gelek zirar jê dîtine. Bandoreke mezin a ol li ser jinan heye. Her wiha rêyeke ku şer gelê Sûriyê dike û taybet jinan xwe radestî vê siyasta ol kirine. Ev yek di kesayeta jinên DAIŞ’î de xuya dike.”

Heyfa tekez kir ku komxebat gaveke baş bû, hemû jinên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê lihev kirin û nîşaş kirin.

Her wiha Heyfa da zanîn, herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê dagir kirin, ên ku herî zilm li wir dîtin jin bûn. Heyfa got: “Çeteyan şerîetên ola Îslamî li gorî berjewendiyên xwe û siyasetên dijî berjewendiyên gelê Sûriyê, ji rê derxist.”

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê ya Helebê Heyfa Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Danûstandin û gotûbêjên komxebatê pir girîng bûn. Dê berdewamiya komxebatê were. Her wiha em ê wek jinên Meclisa Jinên Sûriyê li ser rêya ku her jinek ji zilmê rizgar bibe û hemû jin bibin yek  bimeşin. Dê rola jinê di lêkirina Sûriya Azad û Demokratîk de hebe.”

(jo/bm)

ANHA