Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Huseyîn Sarik diyar kir ku namzêtên wan yê hevşaredariyê, Gulîstan Sonuk û Mehtî Oztûzun got; Em ê bi hev re qeyûman ji Kurdistanê bişînin.

Piştî ku serlêdanên ji bo bernamzetiyê bi dawî bûn, bernamzetên me serdana mal, kargehên delegeyan kirin û daxwaza piştgiriyê kirin.

Gel ji bo şahiya serketinê û vekirina deriyê demokrasiyê amade ye.

Sarik destnîşan kir ku wan ji her malbatê 2 kes kirin delege. Bi vî rengî zêdeyî 5 hezar delege hatin diyar kirin.

Karker jî di nav de, her kes bû parçeyek ji vê sîstem û bûne hevparê bijartina hevşaredaran.

Ev sîstem înîsiyatîfa gel bû. Helwesta bernamzetan jî girîng bû.

Ji destpêkê ve îddîa me bi vî rengî bû em ê teqeze biserbikevin. Bi vî rengî me namêztên xwe destnîşan kirin.

Em hîna kêmasiyên xwe nîqaş dikin.

Huseyin Sarik dazanîn ku Elih, yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku polîtîkayên şerê taybet li ser tê meşandin e û got;

Bi taybetî êrîş li ser nasnameya jinê, têkoşîna jinê tê kirin.

Li hemberî van hemûyan têkoşîneke xurt heye.

Ji bo diyarkirinan perspektîfa demê ev hilbijartin jî girîng in.

Bersivek li desthilatdariyê ye. Pêvajoyeke welê li benda me ye ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe.

Em ê li dora partiya xwe bicivin û kar bikin. Em ê bi hev re qeyûman ji Kurdistanê bişînin.