Hikumeta Elmanyayê li ser pirsa Partiya Çep diyar kir ku çima heyeteke rayedarên Elman û Fransayê di meha Îlonê de çûne Rojava.

Heyeta ku rayedarên Elman û Fransayê di nav de bûn di 19’ê Îlonê de ji bo hevdîtina hin projeyan li Eyn Îsayê ya ku li bakurê Reqayê ye, bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava civiyabûn. Li gorî agahiyên di çapemeniya Rojava de cih girtibû, dîrektorê Navenda Krîz û Alîkariya Wezareta Karê Derve ya Fransayê Erîc Chevallîer û Serokê Avakirina Îstîkrar û Aştî û Pêşîlêgirtina Krîzê ya Buroya Karên Derve ya Federal a Elmanyayê Clemens Hach di nav heyetê de bûn.

Lê çavkaniyên ji welatên rojava derbarê sedema çûna vê heyetê eşkere nekiribû. Partiya Çep serdana heyetê xist rojeva Meclîsa Federal û pirs kir ku wê hikumeta federal alîkariyeke çawa bide Rêveberiyên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

‘HEYET LI SER ALÎKARIYÊN EWLEKARÎ Û MIROVÎ AXIVÎ’

Parlementera Partiya Çep Gokay Akbûlût pirsname da û Wezareta Karê Derve bersiv da. Bersiva kurt a musteşarê Wezareta Karê Derve Andreas Mîchaelîs dabû pirsnameyê, kete destê ANF’ê. Di bersivê de hate diyarkirin ku li qadên ku ji DAÎŞ’ê hatine paqijkirin ji bo alîkariyên mirovî werin dayin ev hevdîtin hatiye kirin.

Mîchales diyar kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya herêmên berê nav destê DAÎŞ’ê de bûn jî ew tevî partnerên xwe yên Fransiz li ser gavên pratîk sekinîne û got ku “Hikumeta Elmanyayê ji bo paqijkirina mayinan, avakirina kavilan û mîsogerkirina pêdiviyên bingehîn, alîkariyeke girîng dide.”