Qibrisê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara penaberên Sûriyeyî wê serlêdanên penaberiya hemwelatiyên Sûriye êdî nexin pratîkê de.

Serokkomarê Qibrisê Nîkos Hrîstodûlîdîs daxuyaniyekê da û got;

Ji ber pêla girseyî ya dawî ya penaberên siyasî yên Sûriyeyî, meşandina karê serlêdana Sûriyeyiyan hatiye rawestandin.

Hrîstodûlîdîs eşkere nekir ku ev biryar wê heta kengî di meriyetê de be.

Serokkomar Hrîstodûlîs beriya demeke kurt serdana Lubnanê kiribû û ji wan xwestibû ku ji bo rawestandina pêla penaberiyê tedbîran bigirin.

Piştî biryarê, Qibris wê Sûriyeyiyên digihêjin giravê heta biryareke nû, li kampan rawestîne