Siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç di salvegera 27’an a qedexeya li ser PKK’ê de ya li Elmanyayê got, hincetên ku ji bo qedexeyê dihatin pêşkêşkirin êdî bi kêr nayên.

Qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê di 26’ê Mijdara 1993’an de kete sala xwe ya 27’an. Ji hingî ve zext û krîmîzasyona li ser Kurdan veguheriye polîtîkayeke dewletê. Bi qedexeyê re, ji bo destgîrkirin û girtina aktîvîst û siyasetmedarên Kurd, ji bo avêtina ser malan, komeleyan û girtina saziyên Kurdan hinceteke hiqûqî hate afirandin. Hevseroka berê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç li ser mijarê axivî.

Koç got, “Di serî de gelê me yê li Elmanyayê, li tevahiya Ewropayê 27 salan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Ji ber polîtîkayên zext û zordariyê yên dewleta Elman, mafê welatîbûnê ji hin kesan re nehate dayin, hin kes ji kar hatin avêtin, li hinekan cezayê pereyan hate birîn, hinek jî hate girtin. Ev prosedur 27 sal in dewam dike. Lê belê di asta heyî de dewlet di vê qedexeyê de zehmetiyan dikişîne. Biryara xwe ya siyasî ku hewl dide bi hiqûqê binixumîne, nema dikarin ji civakê û raya giştî re vebêjin.

Ev qedexe ji xwe ji bo Kurdan bêwate bû. Ji bo gelekî polîtîk, ji bo gelekî ku bûye xwedî hişmendiya neteweyî, sedema vê qedexeyê dihate zanîn. Di sala 27’an de jî êdî tê dîtin û ev hincetên hatine destnîşankirin bi kêr nayên, ji xwe di gelek dozên têkildarî PKK’ê re ev rewş tê dîtin. Bi taybetî hincetên ku dadger datînin holê pûç in. Êdî nikarin raya xwe ya giştî jî îqna bikin. Dema bê wê bêhtir tengav bibin, ji ber ku dadgeha bilind a Belçîkayê biryar da ku ‘PKK têkoşîneke rizgariya neteweyî ye û tevgereke ku ji bo rizgariya neteweyî têdikoşe dikare serî li têkoşîna çekdarî bide’. Yên ku li gelek qadên hiqûqî li dijî qedexeya li ser PKK’ê têdikoşin vê yekê destnîşan dikin.”

Koç diyar kir ku Erdogan xwedî wê derfetê ye ku çeteyên xwe yên faşîst bixe nava liv û tevgerê û got, “Eger Merkel rexneyan li Erdogan bike, tişta ku Erdogan li Macron kir, dikare li Merkel jî bike. Li vê derê gelek mizgeft û komeleyên faşîst ên di bin kontrola Erdogan de hene. Polîtîkaya heyî ya Erdogan li Elmanyayê jî weke gefekê tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku tifaqa Tirk-Elman di demeke zehmet de ye.”

Koç li aliyê din bal kişand ser polîtîkaya Kurdan ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tê qebûlkirin û got, “Dixwazin ku li ser demokrasiya civakan civakeke demokratîk biafirînin, bi pêşengiya azadiya jinê aloziya li Rojhilata Navîn ji holê rakin. Ev yek li nava raya giştî ya Elman bi sempatî tê pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê dibe ku piştî hilbijartinên 2021’ê di nava hikumeta nû de Partiya Keskan hebe. Kesk xwe ji bo desthilatdariyê amade dike. Em bala xwe bidinê; Kesk beriya bê ser desthilatdariyê, pêşengiyê ji qedexekirina komeleyên faşîst ên Tirk re dike ku beriya niha Partiya Çep timî dixist rojevê. Halbûkî di sala 1993’an de Partiya Keskan ew partî bû ku herî zêde êrişî PKK’ê dikir. Lê belê di rewşa heyî de bûye partiyek ku xîtabî ciwanan dike, pirsgirêkên hawirdorê dixe rojevê, li Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze û bi performanseke wiha xwe ji bo desthilatdariyê amade dike.

Di nava vê de helwesteke yekser a xwedîderketina li têkoşîna Kurdan, xwedîderketina li tevgera Kurd nebe jî helwestek li dijî Erdogan dikeve rojevê. Niha pêşengiyê ji girtina komeleyên ser bi MHP a faşîst re dikin. Wê guhertinek çêbibe, dema ku polîtîkayên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê rexne kir, nikarin Kurdan ji nedîtî ve bên. Kurd di pratîkê de bûn hêzek û PKK li Rojhilata Navîn aktoreke, polîtîkaya ku bandorê li dewletên herêmê bike dimeşîne. Li ser vê bingehê eger Partiya Keskan bibe desthilatdar, nikare vê jinedîtî ve bê. Lewma guhertin wê bikeve rojevê, lê ne rast e ku mirov li benda guhertineke mezin û bingehîn bin. Pozîsyona desthilatdariya nû wê ji aliyê Kurdan ve bê diyarkirin, yanî têkoşîn û serketina Kurdan wê vê yekê diyar bike.”