Li Belçika bajarê Antwerpen, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK’ê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê berê yê PJAK’ê Siyamend Mûînî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û gelek gelek kes amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê KJAR’ê Mîryem Fathî û siyasetmedar Mehmet Emîn Pencewînî axaftin kirin.
Axaftivanan salvegera damezrandina PJAK’ê û rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin û li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kirin.
Di pîrozbahiyê de hunermendan stran gotin, girse govend girêda.
Pîrozbahi bi govend û diruşmeyan bi dawî bû.