Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskîbanga tevlîbûna meşa girseyî ya 17’ê Sibatê li bajarê Almanya, Kolnê bê lidarxistin kir.

TJK-E ‘yê bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ev 25 salin li dijî DYA, Îngilîstan, hêzên YE û dewleta faşîst a Tirk a ku wan sîstema Îmraliyê ya tecrîd û êşkenceyê ava kiriye, û dewletên hevparên komployê bi tundî şermezar kirin.

TJK-E got:

Ji bo têkbirina komploya 15’ê Sibatê jinên Kurd bi berxwedana ku raber kirine, bi roleke girîng rabûne.

Di avakirina konfederalîzma demokratîk de berpirsyarî girtine ser xwe, Em bi biryar in ku pêngava azadkirina Rêber Apo bi ser bixînin. Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo.

Em bawer dikin ku emê 17’ê Sibatê bibin dengê azadiyê. Emê dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo.

TJK-E’ê ji bo bi rengekî xurt tevlî meşa mezin a dîrokî ya 17’ê sibatê li Kolnê bibin di serî de jin bang li tevahiya kurdistanî û dostên wan kir, got: Roj roja bi ser xistina têkoşînê ye!