Li Colemêrgê danê sibehê di operasyonên qirkirina siyasî de 8 kes hatin destgîrkirin. Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Cesûr Yilmaz jî li Amedê hate destgîrkirin.

Li Colemêrgê serê sibehê di operasyonên qirkirina siyasî de Aydin Alpsar (50), Serdar Bor, Mûrat Taş, Berkan Çîftçî, Emîrkan Çîftçî, Ûgûr Akmaz, Aydin Alpsar û Tûrgût Yilmaz hatin destgîrkirin.

Sedema destgîrkirina wan nehate hînbûn û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Cesûr Yilmaz jî dema ku çi Bismilê dihate Amedê hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bismilê.