Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, dawiya meha Gulanê li Xakurkê ji ber êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk 4 gerîla şehîd bûne

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

” Di 28’ê Gulanê de li Xakurkê di dema êrîşa dagirkeriyê de di navbera yekîneyên dijmin û hêzên me de şer qewimî û di encama şer û bomberdûmanê de 4 hevrêyên me yên leheng şehîd bûn. Hevrêyên me Çekdar (Mûhammed Riza Alîzade), Hebûn (Firat Bor), Hêvîdar (Beybûn Kaplan) û Têkoşîn (Rojda Akgul) ên tevlî berxwedana Xakurkê ya dîrokî bûn, li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker a li dijî Kurdistanê, bi berxwedana xwe ya mezin rê nedan êrîşên faşîzmê. Hevrêyên me bi bedena xwe bûn bend li pêşiya dagirkeriyê. Di şerê dijî dijmin de kirin ku hêzên dagirker windahiyên mezin bidin û bi lehengiyeke mezin nîşan dan ku lehengî wê bi hêsanî nebe.

Nasnav: Çekdar Çiyager

Nav paşnav: Mûhammed Riza Alîzade

Cihê jidayikbûnê Ûrmiye

Dayik-Bav: Zehra-Lokman

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Hebûn Bêrîtan

Nav paşnav: Firat Bor

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hatîce-Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Hêvîdar Beyanî

Nav paşnav: Beybûn Kaplan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Zelîha-HalÎt

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Têkoşîn Rojhilat

Nav paşnav: Rojda Akgul

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Binevş-Senar

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Hevrêyê me Çekdar Çiyager ku li bajarê Ûrmiyeyê yê Kurdistanê ji dayik bû, hîn di emrê zarokatiyê de polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê dît ku li her parçeyên Kurdistanê bi rêbazên cuda tên meşandin. Di emrekî ciwan de li wargehên dewletê ma û bi xwe dît ku zarokên Kurd li wan wargehan bi çi rengî ji hebûna xwe tên dûrxistin û dibin hedefa polîtîkayên înkarê. Ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî mirovahiyê yên sîstema faşîst bi hêrs bû û bi bandora felsefeya ji nû ve avakirina jiyana azad a Rêber Apo sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Çekdar di demeke kurt de xwe di xeta jiyana azad de bi pêş ve bir û bi şiyara ‘xwedîderneketina li nirxên xwe xiyanet e’ bû xwedî sekneke milîtanî. Bi taybetmendiyên xwe yên durustî, dilnizmî, fedakarî û lehengî hate naskirin û bi hezkirina hevrêyên xwe bû xwedî sekneke mînak.

Hevalê me Hebûn Bêrîtan ku sala 1991’ê li Colemêrgê ji dayik bû sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên xwe hene. Di emrekî biçûk de polîtîkayên zext û êşkenceyê yên dijmin dît. Hevrê Hebûn ku du salan di zindanên dijmin de ma, têgihişt ku jiyana li derve jî ji ya li zindanê ne cudatir e û berê xwe da qadên azad. Hevrê Hebûn li qada gerîla xwe gihand îdeolojiya Rêbertî û weke gerîlayekî dilnizm, wêrek û kedkar hate naskirin.

Hevala me Hêvîdar Beyanî li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji dayik bû. Li devera ku lê ji dayik bû dagirkerî, komkujî û talana artêşa TC a faşîst dît. Bi hêrsa mezin a li dijî tinedîtina nasnameya Kurd û jinê hevrê Hêvîdar sala 2015’an tevlî nava gerîla bû. Hevrê Hêvîdar di karê xwe de giranî da ser xeta azadiya jinê û bû gerîlayeke profesyonel. Di xeta leşkerî ya Şehîd Bêrîtan de xwe şareza kir û kedeke mezin da. Hevrê Hêvîdar di xeta rastiyê de bû yek ji hevrê û nîşaneyên ked, wêrekî û fedakariyê.

Hevala me Têkoşîn Rojhilat sala 1997’an li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi salan polîtîkayên qirêj ên dewleta TC a faşîst ên li Kurdistanê bi taybetî li Colemêrgê dimeşand dît û li dijî zîhniyeta serdest a faşîst kete nava lêgerîna berxwedanê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja tevlî bû û pê ve di xeta rizgariya jinê de kete nava lêgerîna bûyîna gerîlayeke profesyonel. Hevala me Têkoşîn li gelek qadan wezîfeyên xwe bi hesasiyeteke mezin di xeta serketinê de bi cih anî. Hevrêya me têkoşîn ku rûkenî, sekn û şervaniya xwe digot, ‘çiya bi nêrîna jinê bedewtir e’ û li her qadê bû moral ji hevrêyên xwe re.

Di serî de malbatên hevrêyên me Çekdar (Mûhammed Riza Alîzade), Hebûn (Firat Bor), Hêvîdar (Beybûn Kaplan) û Têkoşîn (Rojda Akgul) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe ku bi kevneşopiya berxwedanê hêzê didin me, em ê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.”