Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo çûyîna Îmraliyê nehate qebûlkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Lê belê ti ji serlêdanan nehatin qebûlkirin. Dozgeriyê “astengkirina mafên hikumxwaran” ji bo biryara redkirinê weke hincet nîşan da.