HPG’ê gerîlayên li Heftanîn û Zapê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, “Hevrêyên me heta kêliya dawî bi kedeke mezin tevgeriyan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di êrişên hewayî yên artêşa TC a dagirker de yên di 26 û 27’ê Cotmehê ku li herêmên Heftanîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş CûdîNav paşnav: Harûn AkyolCihê jidayikbûnê: ŞirnexDayik-Bav: Îydî-EdîpDem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn
Nasnav: Dijwar KoçerNav paşnav: Agît KaçarCihê jidayikbûnê: SêrtDayik-Bav: Kûdret-GorgunDem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn
Nasnav: Baran Nîdal DîgorNav paşnav: Vedat ParlakCihê jidaykbûnê: QersDayik-Bav: Bedîa-MehmetDem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2019’an / Zap
Nasnav: Canfeda XerzîNav paşnav: Can ÎnaçCihê jidayikbûnê: ÊlihDayik-Bav: Çîçek-MehmetDem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2019’an / Zap

Hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda ji bo azadiya gelê Kurdistanê ji bajarên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku hêviya gelekî hildan ser milan ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûn û pê ve jiyana xwe diyarî azadî û parastina gelê Kurd kirin. Li her qada ku lê têkoşiyan bi sekna xwe ya samîmî û nêzîkatiya paqij a li hevrêyên xwe dihatin naskirin û bi berpirsyariyeke mezin hewl dan bi rengê herî baş wezîfeyên demê pêk bînin. Tevî şert û mercên giran ji xeta şoreşgerî tawîz nedan û heta kêliya dawî bi kedeke mezin tevgeriyan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala hevrêyên ya azadiyê bi ser bixînin.”