Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya yekemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da.

Da zanîn ku binpêkirin her ku diçe zêdetir dibin û têkildarî windahiyên di erdhejê de daxuyaniyên ku raya giştî pê qaneh bibe nehatine dayîn.

ÎHD’ê diyar kir ku li bajarên erdhej lê çûbû hê jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, xweyîbûn, binesazî, perwerde, tenduristî, hawirdor, milkiyet, cihêkarî û hwd. didomin.

Pirsgirêkên ji hêla komeleyê ve hatine tespîtkirin wiha ne:

* Ji roja ewil a erdhejê heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka vehewînê didome. Bi hezaran kesên derfetên wan nînin li kolan, park û hwd. dimînin.

* Gelek kes di bin konan de dijîn lê gelemperiya kesên di bin konan de dijîn penaberên sûriyeyî ne. Li gorî daneyên fermî, milyonek û 738 hezar û 35 penaber li herêmên erdhejê ne. Ji sedî 47’ê wan jî ji zarokên di navbera 0-17 salî de û ji sedî 3 jî kesên bi ser 65 saliyê re ne.

* Di erdhejê de zirareke mezin gihişt nexweşxaneyan û gelek jê nema dikariyan bên bikaranîn. Vê yekê jî rê li ber binpêkirina mafên jiyan û tenduristiyê vekir. Bi ser re salek derbas bû lê hêj jî di asta tê xwestin de nexweşxane nehatine çêkirin.

* Di mijara perwerdeyê de pirsgirêk nehatin çareserkirin, dewletê xizmetên pêwîst nedan û welatî terkî qedera xwe hatin kirin.

* Ji roja ewil heta niha bi qasî me şopandiye, li dijî penaberên sûriyeyî gotinên cihêkariyê hatin kirin û ev yek di dema erdhejê de hêj zêdetir bûn. Ji ber gotinên nîjadperest û derew, penaber hedef hatin girtin. Mixabin cihêkariya li dijî penaberan hêj didome.

* Bi erdhejê re li hinek bajaran binesazî bi temamî rûxiya û xizmetên av, ceyran, xaza xwezayî û hwd nehatin kirin. Ji ber ku tevdîr nehatin kirin, gelek kesên di xebatên hilweşandinê de cih digirtin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha madeya asbestê li ser tenduristiyê gel xetereyekê mezin çêdike.

* Bi hinceta îstîmlaqkirina lezgîn, deverên ku gelê me bi sedan sala ye çanda xwe lê avakiriye bi darê zorê hatin valakirin, neçarî koçberiyê hatin kirin. Tevî biryara sekinandina bicihanînê jî qadên zeytûnan ên li Taxa Dîkmence ya Hatayê hatin talankirin.

* Li gel vê, her wiha li herêmên erdhejê gelek dever weke qadên rezervê hatin ragihandin, daxuyanî û gotinên nezelal û avakirina bajaran a bêyî biryara xwecihên bajar, di nava xwediyên milk de rê li ber fikarên mezin vekir. Ji roja ewil a erdhejê heta niha ji mafê jiyanê heta yê perwerde, tenduristî, hawirdor û milkiyetê, gelek binpêkirin hatin jiyîn û hêj didomin.