Ji bo meşa girseyî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê, bang li her kesî kirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku armanca tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye û got: Em bang li hemû gelê xwe dikin di salvegera komployê de ji bo jiyana azad em li Kolnê bi hev re bimeşin.”

Ji Hevserokatiya berê ya KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku meşa 17’ê Sibatê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ev tişt got: “Divê her Kurd xwe ji vê meşê berpirsyar bibîne. Ji ber ku eger em çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêbertî dixwazin, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê Engîn Yûrtsever jî got: 17’ê Sibatê emê bi yek dil û yek dengî biqîrin, emê bibêjin ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûsa Farisoglû jî ev tişt diyar kir: “Divê em bi ruhê seferberiyê Rêber Apo azad bikin. Em di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin. Serketin jî nêz e. Ji bo vê yekê divê em bi rola xwe rabin, ji bo azadiya Rêber Apo em wezîfeya xwe bi cih bînin.”

Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat jî ev bang kir: “Eger em azadiya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, statuya Kurdistanê bi dest nexin ti kes li şûna me vê yekê nake. Ji bo azadiya Rêbertiya xwe ji bo li Ewropayê û cîhanê dengê me bê bihîstin, em hemû di vê têkoşînê de cih bigirin.”

Hevserokê Federasyona KAWA Mehmet Çoban li dijî tecrîda 25 salan, ji bo meşa Kolnê bang li hemû Kurd û dostên wan kir.

Hevserokê FED-MED NRW’ê Ahmed Kobanê jî ragihand ku divê sala 26’an a komployê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan jî anî ziman ku her mirovê xwedî wijdan divê 17’ê Sibatê li Kolnê be.

Hevserokê Nav Berlîn Huseyîn Yilmaz jî ev tişt got: “Pêvajoya ji bo gelê Kurd pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Her kesê welatparêz, xwedî wijdan, alîgirê demokrasî û azadiyê divê beşdarî vê meşê bibe.