Dr. Antarîk Sarkîsyan ê ji Qamişloyê diyar kir, divê dinya Qirkirina Ermenan nas bike û got, “Ji ber ku înkarkirina vê dozê ji komkujiyê bêhtir mirovan diêşîne.”

Yek ji Ermenên ku ji ber komkujiya li Sasonê ya Êlihê hate kirin li Qamişloyê bi cih bû, Dr. Antarîk Sarkîsyan e.

Sarkîsyan bi bîr xist, di ser komkujiya sala 1915’an 104 sal derbas bûn û got, “Zêdeyî milyonek Ermen hatin kuştin. Gelê Ermen wê vê komkujiyê ti carî ji bîr neke. Em zanin ku Osmaniyan bi tena serê xwe ev komkujî nekir. Di çarçoveya planên stratejîk, leşkerî û siyasî de komkujî ji aliyê Osmanî û hin hêzên din ve hate kirin.”

‘DOZ DOZA GELAN E’

Sarkîsyan diyar kir, armanca komkujiyê ew bû ku Ermen bi zorê ji xaka xwe koç bikin û got, “Armanca bingehîn ew bû ku gelê Ermen ji dîroka xwe ya kevneşop koç bike. Ji ber ku gelê Ermen wê demê tevkariyeke xurt li belavbûna şaristaniyê li nava dinyayê dikir. Em, gelê Ermen bang dikin; divê êdî îtiraf li vê komkujiyê bê kirin. Divê êdî gle înkar neke ku komkujî li Ermenan hatiye kirin.

Divê dinya tev êdî qebûl bike ku di komkujiyê de jin, zarok, ciwan, mêr gelek mirov bi destê Dewleta Osmanî ve hatin qetilkirin. Em bang li gelên dinyayê dikin û dibêjin, bila vê komkujiyê jinedîtî ve neyên. Bi vî rengî nehêlin ku careke din dubare bibe. Komkujiya hate kirin ne tenê doza Ermenan e. Doz doza gelan hemûyan û miletan e. Ji ber vê yekê dozeke mirovahiyê ye. Bang li gelên ku hewl didin berjewendiyên mirovahiyê biparêzin dikim; xwedî li vê dozê derkevin.”

‘DIVÊ DINYA KARIBE JI VÊ ZILMÊ RE BÊJE KOMKUJÎ YE’

Sarkîsyan diyar kir, dewleta Tirk hîn jî hewl dide xeyalên Împaratoriya Osmanî pêk bîne û got, “TC ji bo vê jî dixwaze li ser gelan hemûyan serdest be û kevneşopiya xwe ya komkujiyê bidomîne. Em, gelê Ermen alîgirê aştiyê ne, me ti carî şer û komkujî nexwestine.

Dixwazim dubare bikim; em dixwazin dengê xwe bigihînin dinyayê. Em dixwazin vê dinyayê îqna bikin ku ev komkujî hatine kirin. Em dixwazin bûyerên bi serê Ermenan ve hatine, lêkolîn bikin û hîn bibin. Înkarkirina vê dozê ji komkujiyê bêhtir mirovan diêşîne. Ji ber ku yên înkar bike wê komkujiyên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê divê bêjin ‘ya erê, ya jî na’ û bi vî rengî rûyê xwe yê rast êdî nîşan bidin.”