Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di nava mehekê de wan 11 febrîqe, 45 wesayit, 15 depo, 3 supermarket, 2 leşkergeh şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di navbera 27’ê Tîrmehê û 26’ê Tebaxê de ji Edîrneyê heta Stenbol û Edeneyê li bajarên Tirkan bi dehan çalakiyên şewitandinê li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê ku cihên hatin şewitandin bi berfirehî hatin eşkerekirin, di nava mehekê de 11 febrîqe, 45 wesayit, 4 mal, 4 dikan, 15 depo, haleke sebzeyan, 3 supermarket û depoyeke wê, 2 kafe, trafoyek, şîrketeke kargo, şîrketeke sotemeniyê û 2 leşkergeh hatine şewitandin.

Însiyatîfê diyar kir ku gelek nuqteyên cuda jî hatine şewitandin û bi giştî 101 çalakî li dar xistine.