Gerîla Mizgîn Zerya û Zana Gewaş, tevlîbûna li nava karwanê nemiran ê bi rengê fedayî weke fermanekê dîtin. Ev ferman dan xwe, bi cih anîn. Di 20’ê Tebaxê de ji bo şîn bibin li nava xakê reşiyan.

Dengek bilind dibû. Ne ji cîhazê, lê ji navenda Pîrbilayê dihat ew deng. Ji nava şerê giran ji binê darekê dihat. Digot, “Çi karê te heye namerd! Çi karê te li Kurdistana me ya bedew heye!” Şopa tetîkê li ser tiliyên wan mabûn, barûda reş a bombeyan li ser rûyê wan bû. Kefiya ku li eniya xwe girê dabun bêyî ku derxînin, bêyî ku rûyê xwe paqij bikin, bêyî ku tiliya xwe ji ser tetîkê hilînin bênavber şer dikirin û bi pêş ve diçûn. Ji nava leşkerên di nav dûyê reş de winda bûbûn, du leheng dimeşiyan ber bi girê Pîrbilayê ve. Herduyan dabûn ser şopa hevrêyên xwe û lehegniya PKK’ê li Cenga Heftanînê nû dikirin.

Zana û Mizgîn, di Cenga Heftanînê de du gerîlayên bedew bûn ku li Tebaxê dihatin. Du gerîlayên ku di şerê sîng bi sîng de kesî nekarîbû bi wan. Di bin bombardûmana obusan û hawan de, di bin liv û tevgera balafirên keşfê û balafirên şer de li qada Pîrbilayê nedisekinînin. Ji destpêka Cenga Heftanînê ve nedisekinînin, dagirker li kîjan qadê bûna ew diçûn wir û şer dikirin. Li ser şopa hevrêyên xwe qîrîna wan a tolhildanê qada Pîrbilayê hejand.

Gerîla Mizgîn û gerîla Zana. Ev yek hêza yekbûyî ya YJA Star û HPG’ê bû. Li ser rêya azadiyê bûbûn yek.

Li nava heybetiya derya Wanê ya pîroz ji dayik bûbûn. Li heman bajarî ji dayik bûn, li kolanên cuda lîstin. Li dijî zîhniyeta ku dixwest Kurdîtiyê tune bike, li kolanên cuda rahiştin kevirê heman xakê. Berê xwe dan heman çiyayî û di demsala herî bedew a Heftanînê de mil bi mil şer kirin.

Gerîla Mizgîn Zerya û gerîla Zana Gewaş, 20’ê Tebaxê dema ku dagirkeran hewl didan êrişî Pîrbilayê bikin, tî, birçî, bêxew, bêrawestan, bêsekin, heta ku fîşekên wan qediyan, heta ku bombeyên wan qediyan, heta ku kevirên di destê wan de derizîn, heta ku ax di kefa destê wan de bû teht, şer kirin. Tevlîbûna li nava karwanê nemiran ê bi rengê fedayî weke fermanekê dîtin. Ev ferman dan xwe, bi cih anîn. Di 20’ê Tebaxê de ji bo şîn bibin li nava xakê reşiyan.