Li Iraqê ji par ve çalakiyên protestoyî hene. 19’ê Tebax3e Çarşamê  çalekgereke bi navê Riham Yakûn dema ku bi wesayiya xwe diçû kesên çekdar lê reşandin û ew kuştin. Sê kesên ku di wesayitê de jî bûn birîndar bûn. Yakûb doktore bû û tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî gendeliyan dibû û li pêş disekini.

Beriya Yakûb bi çend rojan çalakgerê bi navê Tahsîn Osama ji hêla milîsan ve hate kuştin, gel li dijî vê avahiya walîtiyê dorpêç kir, kevir û molotof avêhiyê. Polîsan guleyên rastî li çalakgeran reşand.

Hikûmetên Rojavayî jî li dijî van kuştinan helwest nîşan dan. Serokwezîrê Iraqî Mustafa El Kazimî jî midûrê emniyetê yê Basrayê ji peywirê stand û xwest ku rapirsîn were kirin.

Kazimî dema ku Gulanê hatî ser kar soz dabû ku çalakgeran ji êrîşên milîsan biparêze.