Di pêvajoyeke ku li sêgoşeya Enqere, Bexda û Hewlêrê, bi mehan e amadekariyên şerekî nû li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tê kirin, sînyalên provaqasyonan hene.

Ji bo operasyoneke giştî, sevkiyata leşkerî ya ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê dewam dike.

Ji bo ku di raya giştî de nerazîbûn çênebin, derbarê rêveçûn û geşedanên operasyonê de agahî nayên parvekirin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirk ji şevê din û vir ve, li herêma Metîna êrîşên dijwar dane destpêkirin.

PDKe jî, ji bo ku aktîftir di operasyonan de cih bigire, amadekariyên nû dike.

Tê gotin ku artêşa Tirk, wê di rojên pêş de hin hêzên girêdayî PDK’ê bide pêşiya xwe û êrîşî noqteyên HPG’ê yên li Metîna bike.

Piştî ku HPG’ê bersiv da êrîşan, wê PDKe dest bi propagendeya reş bike û bêje, ‘pêşmergeyên min hatine kuştin.” Bi vî rengî wê bingeha provokasyonên nû amade bike. .

Armanca sereke ew e ku PDK dixwaze pirsgirêkên dijî, bi şer binixumîne.

Ji bo ku provakasyonên bi serbikeve wê Nêçirvan Barzanî derkeve pêşberî kamerayan û bêje; “Em di rewşeke şer de ne. Hilbijartin di van mercan de çênabe. Em ji ber vê rewşa awarte hilbijartinan taloq dikin.

Li aliyê din PDK; Ji bo li Başûrê Kurdistanê ji krîza aborî rizgar bibe, li deriyê Emerîka, detshilatdariya Sûdanî, hêzên Şîa yên li Iraq da. Herî dawî li deriyê Îranê da lê encam bi destnexist. Niha plan dike ku bi provokasyoneke bi vî rengî, li Başûra Kurdistanê rewşeke awarte biafirîne û hilbijaretinê bide taloqkirin.

PDK ji bo desthilatdariya xwe rizgar bike, amadekariyan dike ku pêşmergeyan bikuje, yan jî bide kuştin.

Eger ev plan bi serbikeve wê dewleta Tirk û PDK wê sûdê bigirin.