Doh yek ji navendên li Bakurê Kurdistanê 1’ê Gulanê hate pîrozkiri, Wan bû.

Karker û kedkarên tev li mitînga herêmê ya ya Wanê bûn, diyar kirin ku bûdçe ne ji bo gel lê ji bo şer tê xerckirin û xwestin her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.

Ji welatiyan Ayten Sargul anî ziman ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê Îmrali ye û wiha got: “Krîza aborî ya heyî bandorê li her kesî dike. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin. Ji bo vê jî divê şerê li dijî gelê kurd ê bi sala ye tê domandin bi dawî bikin. Divê tavilê deriyên zindanan bên vekirin û girtiyên di tecrîdê de bên berdan. Ya herî girîng jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtin pê re bên kirin.”

Mûrat Balikesîr jî got:

“Tekane daxwaza me ew e ku em heqê xwe bigrin û bi awayekî herî baş bijîn. Heta pergala em dixwazin ava dikin jî emê li qadan bin û têbikoşin. Daxwaza me ya bingehîn jî ewe ku polîtîkayên şerê taybet ên bi salan e li ser xaka Kurdistanê tên meşandin bi dawî bibin.

Hasan Duman jî diyar kir ku tevahiya bûdçeya welêt ji bo şer tê xerckirin û got:

“Ked pîroz e û tevahiya kedê encama têkoşîna domdar e. Ev bi sala ye em ji bo ji kedxwariyê re bibêjin ‘bisekine’ li qadan e û mafê xwe diparêzin. Ji bo bûdçeya welat li şer, tank, top û tifingan neyê xerckirin em li qadan e.

Mehtap Işik got:

“Divê gel li dijî krîza aborî, mirinên karkeran ên di demên dawî de û derhiqûqiyên heyî dengê xwe bilind bikin. Divê qanûnên girîng bên derxistin, mafên karker û kedkaran bên dayîn, karsaz jî dev ji mobbîng û kedxwariya karkeran berdin.”