Rêveberiya DEM Partî ya Rihayê, ji bo Şaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît, ku di 29’ê Nîsanê de, ji partiyê îstifa kir daxuyaniyek da û got; Wê her tim bi şermî di bîra gelên bajêr de be” û banga îstifa kirina ji şaredariyê kir.

Daxuyaniya DEM Parrtî, li ser hesabê X’ê jî hat belavkirin û hate gotin: “Mehmet Begîtê ku vîna gel daye ber bazariyê, wê her tim bi şermî di bîra gelên bajêr de be.

DEM Parti bang li Mehmet Begît kir ku, demildest ji şaredartiyê îstifa bike.