Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya bidawîbûna rojiya Mûharrem daxuyaniyek da û li dijî rejîma senteza Tirk Îslamê bang li Elewiyan kir ku di nava eniyeke hevpar de têkoşîna ji bo demokrasiyê mezin bikin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya bidawîbûna rojiya Mûharrem daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de rojiya Mûharrem û berxwedana Kerbelayê hate bîranîn û hate gotin, “Em hêvîdar in ku îbadeta canên Elewî ku vê berxwedanê bi rojiyê û parvekirina Aşûreyê bi bîr tînin û Misilmanên Şîa yên şînê digirin, bê qebûlkirin. Em dixwazin bêjin, yên ku berxwedana Kerbelayê ya Îmam Huseyîn bi îbadetê bi bîr tînin, xwedî li nirxekî gelekî girîng ê mirovahiyê derdikevin. Di vê serdemê de jî pêwîstî bi berxwedaneke bi vî rengî heye, lewma bîranîna vê berxwedanê û xwedîderketina li wê ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke gelekî mezin e. Em hêvîdar in ku yên bi ruh, hişmendî û baweriya berxwedanê rojiyê digirin û pariyên xwe parve dikin, ev xizmeta wan li qada heq bê qebûlkirin. Bi heman hest û fikrî em di wê baweriyê de ne ku dûa û îbadeta Misilmanên Şîa yên Kerbelayê bi bîr tînin, wateya xwe ya Îslamî mezin e.”

‘BERXWEDANA LI DIJÎ YEZÎTÊN VÊ SERDEMÊ BI QASÎ NAN Û AVÊ PÊWÎST E’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana Îmam Huseyîn û hevrêyên wî ya li Deştî Kerbelayê, li dijî zilm, zext û êşkenceya Yezîtan a li ser gelên Rojhilata Navîn, temsîla sekna maf û rastiyê ye. Ev sekn, li xaka Rojhilata Navîn bû nîşaneya şênber a ruh, bawerî û hişmendiya azadiyê ya beriya 1380 sal (Hicrî), 1340 sal berê. Xebat berxwedanê ya Kerbela nîşan da ku li dijî Yezîtan wê her tim bibe ya Îmam Huseyîn. Fermana wê yekê da ku têkoşîna li dijî Yezîtên vê serdemê, bi qasî nan û avê pêwîst e û pîroz e. Em di wê baweriyê de ne ku canên Elewî yên bi vê gêgihiştin û baweriyê rojiyê digirin û Aşûreyê parve dikin, ji aliyê manewî ve xizmeteke mezin dikin, bi vê rêyê kevneşopiya berxwedanê ya li dijî zaliman didomînin.

‘YA KU JI ELEWIYAN TÊ HÊVÎKIRIN, TÊKOŞÎN E’

Rojiya Mûharrem a îsal li gorî salên derbasbûyî hîn bêhtir di nava zext û zilmê de derbas bû. Tevî ku nexweşî belav bûye û pirsgirêkên siyasî û aborî hene, Elewiyan li cemxaneyên xwe, li dergah û komeleyên xwe muhabetên xwe kirin. Her canên Elewî yên di vê Mûharremê de axivîn, daxwaza yekîtiya Elewiyan kirin, banga tevlîbûna xurt a li têkoşîna demokratîk kirin, daxwazeke Huseyîn anîn ziman. Bi navê tevgerê em jî di wê baweriyê de ne ku ya ji civakeke ku berxwedanê pîroz dibîne tê hêvîkirin, têkoşîn e. Em dixwazin destnîşan bikin ku cewhera ku Elewîtiyê dike Elewîtî ev yek e. Yên ku baweriya xwe bi dewamiya kevneşopiya berxwedana Kerbelayê tînin, cihê wan nava refên têkoşîna demokrasiyê ye. Em bang li Elewiyan dikin ku li dijî rojevên ji derve afirandî û hewldanên ji bo astengkirina têkoşîna demokrasiyê hişyar bin û li ber rabin.

‘ELEWÎ WÊ LI KURDISTANA AZAD AZAD BIN’

Bi wesîleya rojê em dixwazin careke din bi bîr bixînin ku Elewî yek ji pêkhateyên bingehîn ên têkoşîna ‘Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk’ in. Em Elewiyan vedixwînin ku vê rastiyê hîn bi xurtî bibînin, têbigihêjin û bi cih bînin. Em dixwazin destnîşna bikin ku ‘Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk’ wê atmosfereke welê biafirîne ku înkarkirina Elewiyan ji holê radibe, mabetên wan tê qebûlkirin, dest nadin qadên wan ên pîroz û zext û qedexe li wan nayê ferzkirin.

‘LI DIJÎ VÊ DEWLETÊ Û REJÎMÊ DIVÊ MIROV BI RENGÊ HUSEYÎNÎ TEVBIGERIN’

Tirkiyeya AKP-MHP’ê bûye navenda Yezîtiyê. Li dijî dewlet û rejîmeke bi vî rengî ji bilî helwesta Huseyînî rêyeke din nîne. Ev Yezîtî van çend salên dawî derketiye derveyî sînorên Tirkiyeyê jî. Bi têrkerî eşkere bûye ku ev yek li ser gelan û baweriyan xeteriya herî mezin e. Di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Lîbya, Bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, her wiha di pirsgirêkên ku li Derya Spî afirandiye, ev yek ispat bûye. Êrişên qirkirinê, zext û êşkenceya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne nîşaneya herî berbiçav a vê rastiyê. Li dijî Yezîtiyê ku Erdogan nû kiriye, wezîfeya her kesî ye ku bi rengê Huseyînî têkoşîna berxwedanê bikin. Bi wesîleya bîranîna Mûharremê ya îsal em bang li Elewiyan û her kesên azadî û edaletê dixwazin dikin ku têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Di serî de Misilmanên Şîa em bang li her kesên ku ji têkoşîna mirovahiyê ya Îmam Huseyîn bawer dikin, bang li gelên ku vê berxwedanê rast û mafdar dibînin dikin, ku li dijî rejîma faşîst a Rojhilata Navîn li dijî rejîma senteza Tirk Îslamê li eniya hevpar têkoşînê geş bikin.

‘EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU TEVLÎ NAVA REFÊN TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ BIBIN’

Bi wesîleya rojiya Mûharrem û Aşûreyê em hêvîdar in ku rojî û xizmeta her kesên ku Îmam Huseyîn di dilê xwe de hîs dikin, rojiya donzdeh îmaman bê qebûlkirin. Em bang li dilxwazên Huseyînan hemûyan dikin ku ji bo Hz. Huseyîn û şehîdan li dijî zilmê têbikoşin û bi vê têkoşîna xwe xwedî li wan derkevin. Bi wesîleya rojê em dibêjin ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ku tevgereke hemdem a Huseyîn e, em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin.”