Di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de yên li Başûrê Kurdistanê, ji sala 1991’ê heta 2000’î hêzên ser bi PDK’ê jî amade bûn. Armanc ji van operasyon û êrişan tunekirina gerîlayên Tevgera Azadiyê bû.

Heta niha bi dehan navend û baregehên artêş û îstixbaratê yên MÎT a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hene û her diçe bi hevkariya PDK’ê ev navend tên berfirehkirin.

Ji roja ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kiriye, hevkarî-nokerî tim li pêşiya têkoşînê bûye asteng. Yek ji van astengiyan jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye.

Dewleta Tirk li ser planên têkbirina PKK’ê û hevkariya siyaseta şaş a PDK’ê û rêveberiya hikûmetê ku Malbata Barzanî pêşengtiya vê dike, kiriye ku bi dehan baregeh û navendên MÎT û artêşa Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê bên avakirin û di vê çarçoveyê de xort û keçên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin şehîd bibin.

BAREGEH Û ARMANCÊN WAN

Ji deriyê sînorê yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê kampên artêş û îstîxbarata dewleta Tirk hene. Em bala xwe bidin ser hûrgiliyên wan:

*Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur e; hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re armanc ew e ku zext li herêma Heftanînê were kirin.

*Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê, dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.

*Bi kampa Dêralûkê, tê armanckirin ku têkiliya navbera herêmên Zap û Garê were birîn.

*Li ser sînorê Metîna; qereqolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.

*Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.

*Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistanê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.

*Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.

*Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, êrîşên li dijî Qendîlê ye.

*Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û Barokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.

FIYASKOYÊN LI ‘DERVEYÎ SÎNOR’

Heta niha bê hejmar dewleta Tirk, Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye bahane û hewl daye xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşî li destketiyên gelê Kurd ên her çar beşan bigire. Di vê dorhêlê de;

-Cara destpêkê artêşa dewleta Tirk 25’ê Gulana 1983’an de li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên xwe yên dagirkeriyê kir. Di vê operasyona dagikeriyê de li gorî belgeyên fermî 7 hezar leşkerên Tirk bi qasî 7 kîlometreyan sînorê bakur û başûrê Kurdistanê derbas kir. Lê belê bi awayekî bê encam paşde vegeriya.

-Dewleta Tirk salek piştî wê, 27’ê Gulana 1984’an bi navê ‘Sicak Takîp Operasyonu/Şopandina Ji Nêz ve’ dîsa dest bi operasyoneke dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê pêk anî. Ev hewldan jî heta 1’ê Cotmeha 1984’an domiya û bi awayekî bê encam paş de vegeriya.

-15’ê Tebaxa 1986’an dîsa bi heman armancê artêşa Tirk operasyoneke dagirkeriyê pêk anî lê ev hewldana ku rojekê dewam kirî, bê encam û neçar ma paşde vekişe.

-4’ê Adara 1987’an artêşa Tirk careke din hewl da bikeve xaka Başûrê Kurdistanê û dagir bike lê belê bê encam di heman rojê de neçar ma paşde vekişe.

HÊZÊN PDK’Ê BEŞDARÎ OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK BÛN

-5-13’ê Tebaxa 1991’ê artêşa Tirk dîsa tevgereke dagirkeriyê ya bi navê ‘Supurge Harekati/Tevgera Maliştinê’ da destpêkirin û bê encam vekişiya. Lê belê bi zelalî nayê zanîn ka çiqas leşker tevlî bû û bilançoya wê çiqas e.

-Artêşa Tirk, di navbera 5’ê Cotmeha 1992-15’ê Kanûna 1992’an bi serkêşiya generalê Tirk Dogan Gureş, dîsa tevgereke dagirkeriyê pêk anî. Pêşmergeyan di vê operasyonê de cihê xwe li gel dewleta Tirk girt û li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê şer kirin. Di derbarê vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de jî encam û bilanço bi zelalî nayê zanîn. 

-Di Cotmeha 1992’an de artêşa Tirk bi heman armancê li dijî herêma Xakûrkê xwest tevgereke dagirkirinê pêk bîne. Lê belê nekarî pêk bîne û bi awayekî bê encam vekişiya.

-21’ê Adara 1995-2’ê Gulana 1995’an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Çelîk harekati/Tevgera Pola’ bi serkêşiya fermandarê artêşa Tirk Hasan Kundakçi da destpêkirin. Weke yên beriya xwe ev jî bê encam neçar ma vekişe. Di vê operasyonê de jî hêzên PDK’ê tevlî operasyonan bûbûn. Di vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de dewleta Tirk û pêşmergeyên bi fermana PDK’ê tevlî operasyonê bûyî, derbên giran xwarin û gelek kuştî û birîndar li pey xwe hiştin û paşde vekişiyan. 

-Nîsana 1996’an dîsa artêşa Tirk tevgereke dagirkirinê bi navê ‘Atmaca/Başok’ bi serkêşiya Hîlmî Ozkok da destpêkirin lê nekarî zêde dirêj bike, neçar ma vekişe.

-Di navbera 14’ê Hezîrana 1996 û Çileya 1997’an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Tokat’ xwest tevgereke dagirkeriyê bide destpêkirin lê belê ev jî weke yên beriya xwe destvala û têkçûyî paşde vegeriya û Tokateke (Sîleyek) Kurdî ji gerîla xwar!

-Di navbera 12’ê Gulana 1997 û 7’ê Tîrmeha 1997’an dîsa artêşa Tirk bi serkêşiya Altay Tokat operasyoneke dagirkeriyê ya bi navê ‘Çekîç/Çakûç’ da destpêkirin. Di vê operasyona bi fiyaskoyê encam bûyî de jî artêşa Tirk bi awayekî tar û mar li pey xwe nenêrî û vekişiya.

-25’ê Îlona 1997-15’ê Cotmeha 1997’an artêşa Tirk tevgera berfireh a dagirkeriyê ya bi navê ‘şafak’ bi serkêşiya fermandarên Tirk Î.Hakki Karadayi, Huseyîn Kivrikoglu û Îhsan Kiliç pêk anîn. Lê ev hewldana wan jî bi fiyaskoyê encam bû. Di vî şerê li dijî PKK’ê yê sala 1997’an de dîsa hêzên PDK’ê cihên xwe li gel artêşa Tirk girtibûn û ligel artêşa Tirk şerê birakujiyê kirin.

-Nîsana 1998-Gulana 1998’an dîsa artêşa Tirk bi deh hezar leşkeran dest bi ‘Operasyoneke Mezin’ a bi navê ‘Murat’ kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de jî PDK’ê dîsa li dijî şervanên Kurd, hevkarî li gel dewleta Tirk kir û tevlî şerê birakujiyê bû. Ango bû pêlîstok û amûrê dewleta Tirk û bû sedem ku di navbera Kurdan de birînên neyên pêçan vebin!

-Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji bo cara 24’an derket operasyona ‘derveyî sînor’. Aqûbeta vê operasyona bi navê ‘Sandevîç’ jî mîna yên beriya xwe bû.

-Artêşa Tirk tevî PDK’ê di 4’ê Gulana 2000’î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekişîne.

‘ŞERÊ KURD BI KURD HERAM KIR, LÊ….’

Piştî van operasyonan ku ne dewleta Tirk û ne jî PDK’ê karî PKK’ê û gerîla tine bike Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gotibû ku ‘Heta saxbim rê nadim şerê Kurd bi Kurdan’. Lê operasyonên Tirk tim dom kir û li ber vê hikûmeta PDK’ê gotin nekirin. Operasyonên dewleta Tirk a bi niyeta qirkirin û tinekirinê hê jî didomin.

OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR NESEKINÎN, DOM KIRIN

– Operasyona ‘derveyî sînor’ a 25’emîn a artêşa Tirk, xwest ku di Kanûna 2007’an de bi desteka hewayî bê kirin. Ev operasyon bi giranî bi êrîşên hewayî hate kirin û bê encam paşde vekişî.

-21’ê Sibata 2008-29’ê Sibata 2008’an dîsa artêşa Tirk tevgereke dagirkirnê ya bi navê ‘Guneş’ bi serkêşiya serfermandarê Tirk Îlker Başbûg pêk anîn. Lê belê bi gotina Başbug, rev bi rev paşde vegeriyan. Ango bi gotina gerîla, artêşa Tirk ‘siwar hat, peya’ çû. Weke her car li pey xwe gelek cenaze û kel û pelên xwe yên leşkerî hişt û bazda.

-17’ê Tebaxa 2011-24’ê Cotmeha 2011’î dîsa artêşa Tirk ket nava hewldaneke dagirkeriyê lê aqûbeta wê jî ji yên din ne cudatir bû.

-24’ê Tîrmeha 2015’an artêşa Tirk hewl da ku bikeve xaka Başûrê Kurdistanê lê belê heman rojê li pişt xwe nenêrî û vekişiya.

-11’ê Tebaxa 2015 dîsa bi serkêşiya fermandarê Tirk Hulusî Akar tevgereke dagirkeriyê destpê kir lê bi destpêkirinê re bi dawî bû. 

Di nava van tevgerên dagirkeriyê de êrîşên hewayî yên hemwext sala 2017’an li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûr, Şengal û Qereçoxa Rojava pêk hatî jî hene.

-28’ê Gulana 2019’an dîsa bi serkêşiya serfermandarê Tirk Hulusî Akar û piştgiriya PDK’ê tevgera dagirkeriyê ya bi navê ‘Pençe’ hat destpêkirin. Ligel ku vê tevgera dagirkeriyê ragihandina Tirk a şerê taybet helaketiyeke mezin derxist jî heta niha didome û her roj derbên giran ji gerîla Kurd dixwe û nikare gavek pêş de were. Lewre veguherandiye şerê teknîkê. 

15’ê Hezîrana 2020’ê hemwext êrîşên esmanî li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Mexmûrê pêk hatin.

Piştî vê ji operasyonê zêdetir, bi desteka balafirên şer û keşfê yên SÎHA û ÎHA’yê êrîşkirin û li cihên stratejîk xwe bicih kirin. Di roja îro de cihê ku şer û têkoşîna gerîla lê heyî Heftanîn, Xakûrkê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. 

PDK VÊ CARÊ BI RÊBAZÊN DIN DI TEVGERÊ DE YE

Di van rojên dawî de bi hevkariya PDK’ê jî hewl tê dayîn ku qadên gerîla di serî de aliyê Zînî Wertê, dîsa Garê dor li gerîla bê girtin. Ev yek jî weke hewldana şerê Kurd bi Kurdan tê nirxandin û ji bo pêk neyê jî bang û hewldanên mezin tê kirin. Lê heta niha aliyê PDK’ê di ya xwe de israr e.