Îro 17. rûniştina doza Kobanê li enqerê pêk tê. Dihat payîn ku ev rûniştina biryarê be, lê doh dozgeriyê bo DEM Parti ragihad ku ji bo biryarê hê dem pêwîst e, lev rûniştin jî ji bo nirxandina rewşa girtiyan e.

Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, îro beriya rûniştina Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokên Giştî yên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên rêxistina DEM Partiyê yên Enqereyê û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Her wiha şandeyeke CHP’ê ya parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî di nav de jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de Tûncer Bakirhan ê ewilî axivî, diyar kir ku bi dozên dişibin Doza Kobanê hewl didin siyaseta tirkiye dizayn bike, ev êdî ji xwe re kirine mîna kevneşopiyekê.

Got: “Doza Komployê ya Kobanê yek ji mînakên herî mezin û herî dawî yên vê yekê ye. Li vir sûc nîne. Dozeke pûç û vala ye. Delîl tune ne. Hevalên me bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi salan e tên darizandin.”

Tuncer Bakirhan got:

Hêvî dikim ku hem şandeya dadgehê hem jî desthilat vê vîna ku gelên Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de di sindoqê de nîşan daye, bibînin. Divê sedsala duyemîn bi van dozên komployê re berdewam neke. Gelên Tirkiyeyê dixwazin ku di sedsala duyemîn de di bingeheke demokratîk de û bi awayekî wekhev bijîn. Ji ber vê yekê em îro dixwazin ku şandeya dadgehê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih bîne.”

Tulay Hatîmogûllari jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke komployê ye û got:

Dema em dîroka Tirkiyeyê ya nêz dinêrin, DAIŞ’ê li ser axa Tirkiyeyê gelek komkujî pêk anîne.

Li şûna ku van komkujiyan lêkolîn bikin, lêkolîna kesên li pişt van komkujiyan bikin û bi DAIŞ’ê re têbikoşin, HDP’ê, rêveberên HDP’ê û nûnerên siyaseta demokratîk ên Tirkiyeyê darizînin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Em careke din bang dikin, îro dê rewşa girtinê ya hevalên me yên girtî were nirxandin.

Her yek ji hevalên li hundir rûmeta me ne. Her yek ji wan di siyaseta Tirkiyeyê û kurdan de aktorên girîng in û ji demokrasiya Tirkiyeyê re xizmet kirine.

Ji bo ku baweriya gel bi hiqûqê were, ev pêdiviyek e, ji bo avakirina jiyana hevpar a bi hev re ya li Tirkiyeyê firsendeke.

Em hêvî dikin ku biryara berdana hevalên me bê dayîn, hemû werin bermdan.