21 siyasetmedarên Kurd yên ku ji ber rêveberiya xweser ya Dêrikê derbarê wan de doz hatibû vekirin, 13 kes, bi behaneya îfadeya “şahidên veşartî” bi 6 sal û 3 mehan hatin ceza kirin.

Doz, di salên 2015-2016’an de li navçeya Mêrdîn Dêrikê ji ber rêveberiya xweser hatibû vekirin

Doh jî danişîna biryarê li 3mîn Dadgeha Ceazyê Giran hebû. Siyasetmedarên ne girtî dihatin darizandin û parêzerên wan, beşdarî rûniştinaê bûn.

Dozger nêrîna xwe ya danişîna ya berê dubare kir û ji bo 21 kesan ceza xwest.

Parêzeran jî diyar kirin ku di danişîna berê de jî parastina xwe ya li dijî dozger dubare kirine û xwestin miwekîlên wan beraet bikin.

Şandeya Dadgehê, ji bo siyasetmedar Adil Dolcek, Hamdûllah Dûran, Îbrahîm Ektîren, Mehmet Siddik Şanli, Nûrettin Ektîren, Remzî Kiran, Sedat Mercen û Zeynep Demîr biryara beraetê da.

Şandeya Dadgehê, li ser îfadeya “şahidê veşartî” û behaneya endametiya rêxistinê, Abdûlhamit Aksoy, Bedirxan Ektîren, Bedirxan Eye, Bedran Savûcû, Cengîz Gezer, Îhsan Demîr, Mahmût Aktaş, Mehmet Bîlgen, Mehmet Siddik Aksak, Mehmet Şîrîn Eye, Ramazan Ozdogan, Semih Bîlgen û Tarik Ektiren, bi 6 sal û 3 mehan ceza kirin.