Yek ji rêveberên kampanyaya ji Ocalan re Azadî ya Îngilistanê Sîmon Dubîns derbarê tecrîda li Îmraliyê axivî bersiv da pirsên Rojnamevan Erem Kansoy.

Sîmon Dûbins dibêje tecrîda li ser Rêber Apo çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Her wiha destnîşan kir ku heta Rêber Apo azadiya xwe bi dest nexe wê xebata xwe bidomînin.

Sîmon Dubîns ragihand weke sendîka pergala tecrîdê tim di rojeva wan de ye û dibêje;

Em weke sendîka di pêngava ji bo azaidya birêz Ocalan de cih digirin.

Ji bo ku ev pêngav mezin bibe, di asta navnetewî de kar dikin. Em bawer dikin ku azadiya birêz Ocalan wê derî li prosesa çareseriyê veke.

Em baş dizanin ku bi tecrîdê dihat xwestin ku zext li Tevgera Azadiya Kurdan bikin. Lê tecrîd li herêmê bû sedema pirsgirêkên hîn mezintir. Dewleta tirk li şûna bi Ocalan re lis er aştiyê kar bike di tecrîdê de israr kir ku ev jî bû sedema kûrbûna pirsgirêkê.

Nûnerê navneteweyî sendîkayên Brîtanyayê Simon Dubbins destnîşan dike ku wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bêhtir kar bikin û vê dibêje;

Heta em bigihîjin mexseda xwe em ê kar bikin. Em dixwazin Ocalan bi fizîkî azad bibe. Ji bo vê jî emê pêngavê mezintir bikin. Bi azadiya Ocalan re wê li herêmê jî aştiyeke mayîn de çêbibe.