Heyva Sor a Kurdistanê bang kir, ku qurbanên di Cejna Qurbanê de werin dayin ji bo malbatên hewcedar ên li hemû parçeyên Kurdistanê bêne şandin.
Heyva Sor a Kurdistanê li ser malpera xwe ya înternetê bang kir û ji bo qurban ji malbatên hewcedar re bên şandin agahiyên teknîkî da:
Heyva Sor a Kurdistanê ev bang kir:
Qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e.
Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.
Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji bo;
-Koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê,
-Bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wêrankirî,
-Mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê,
-Mexdûrên şer yên li Xûrmatû û Daqûqê, bişîne.
Ji bîr nekin, îro bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê û deh hezaran şêniyên Nisêbîn, Şirnex, Gever, Sûr, Cizîr, Silopiya û Hezexê, deh hezaran mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê, hezaran mexdûrên şer ên li Xûrmatû û Daqûqê li benda alîkariya we ne.
Xêrxwazên hêja;
Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan geş bikin.
Buhayê Qurbanekê 150 Euro ye.
Agahiyên berfireh ên li ser kampanyayê, hûn dikarin li malpera Heyva Sor a Kurdistanê bibînin: