Ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tên ragirtin 33 meh in agahî nayê girtin.

Çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê didomin. Piştî erdheje di 4’ê kanûnê bi pileya 5.1 li Gemlîkê çêbû, ji bo çûna Îmraliyê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin. Hê jî tu besiv bo van serlêdanan nehatiye dayîn.

Wasiyê Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mazlûm Dînç li ser van hewldanan axivî, got:

Piştî erdheja Gemlîkê fikar zêde bûn. Beriya niha jî ev mijar dihate nîqaşkirin.
Li Îmraliyê bendewariyek heye ku erdhejeke mezin pêk bê. Ne asayî ye ku birêz Ocalan di nava van şert û mercan de were ragirtin. Birêz Ocalan gotibû ku “Mirineke ku li Îmraliyê pêk were , dê nebe mirineke xwezayî .” Di vê wateyê de em naxwazin behsa îhtîmaleke wiha jî bikin. Ji ber wê yekê divê rast nêzîkî birêz Ocalan bibin, divê rola birêz Ocalan li ser çareserkirinê baş were ditîn û divê şert û mercên ku karibe rola xwe bilîze bên afirandin.

Mazlum Dinç bal kişand ser kampanyaya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya li girtîgehan, got:

Daxwazên li girtîgehan ne daxwazên kesayetî û li ser şert û mercên xwe ne. Ji ber vê yekê ji bo ku ev daxwaz bibe rojev, divê herkes li dora vê daxwazê bibe yek û ji bo demildest encam were girtin hestiyar bin.

Rastiyeke ku her polîtîkaya tecrîdê li ser Ocalan giran dibe, binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî zêdetir dibin, heye. Divê ev were dîtin û li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.