Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî Jin TV bû û got; Modernîteya kapîtalîst her tim li ser koletiya jinê ava bûye. Di netewe dewletan de, her tiştî dikine destên mêr û malbat jî bi vî rengî dikevine bin kontrola dewleta otorîter.

Dewleta mêr, enerjî û mejiyê jinê asê dike. Dema jin derdikeve derve jî ji hemû azadiyan bêpar tê hiştin. Netewe dewlet jinê dike kole.

Besê Erzîncan bal kişand ser têkiliya jin û mêr û got; Berê têkiliya jin û mêr hîn bêhtir xwe disparta hezkirin, hurmet û jiyana bi hev re. Îro rewş guherî ye. Xapandinek mezin heye. Sîstem, bi xwe şerekî taybet e û xwe dispêre xapandin, derew û cihêkariyê. Şerê dikin jî qirêj û hovane ye û hemû nirxên mirovaniyê tune dikin.

Lê dema têkoşîna Tevgera Azaidyê mezin dibe, jin dibe xwedî îrade. ji bo vê jî êrîşên herî qirêj û mezin li dijî jina Kurd têne kirin. Ji ber ku Jina Kurd xwedî potansiyeleke gelekî xurt e.

Îdeolojiya Rêber Apo ji bo jinan pêşeng e û jinan xwe bi rêxistin kir, di nava artêşê de, di serhildanan de, di nava siyasetê de, bi rola xwe rabûn.

Sîstema mêr ketiye nava tirseke mezin û dixwaze, di şexsê jinê de civaka Kurd teslîm bigire. Şerê taybet bi giranî li dijî jinên ciwan tê kirin û dixwazin potansiyela jiyana alternatîf, muxalefet, têkoşîn, azadî û enerjiya jin û ciwanan tune bikin.

Besê Erzîncan herî dawî got: Divê mêr rewşa heyî qebûl nekin. Divê mêr û jin xwe biguherînin. Ji bo afirandina alternatîfê, pêwîstî bi têkoşîn, şer û têgihiştinê heye.

Welatê me dagirkirî ye. Eger mirov helwesteke rast li hemberî dagirkeran nîşan nede, mirov nikare hezkirineke rast bijî. Li dijî mejiyê dewlet û desthilatdariyê divê têkoşîn bê xurtkirin. Eger ev nebe, hevaltiyeke rast, têkiliyeke rast jî çênabe.