Ji fermandarên HPG’ê Erdal Cîlo yê ku qala Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Atakan Mahîr kir got: “Ew zanayek bû. Dîrok û berxwedana gerîla fêr dikir; nirxandinên Rêbertiyê dixiste pratîkê.”

Ji fermandarên HPG’ê Erdal Cîlo qala jiyan û têkoşîna şoreşgerî ya Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) ê 11’ê Tebaxa 2018’an şehîd bûbû kir.

Cîlo bal kişand ser têkoşîna şehîd Mahîr Atakan û got: “Hevrê Atakan Mahîr di têkoşîna PKK’ê de jiyana me di asteke herî baş de vedigot. 2011’an em bi hev re derbasî Dersim û Mûnzûrê bûn. Têkoşîna gerîla, erdnîgariya Kurdistan û bi taybet çiyayê Dersimê ji bo me vedigot. Têkildarî Qetlîama Dersim a 1938’an, rastiya gerîla, li rex her kevirekê, li her girekê û geliyekê bîranên xwe yên jiyayî koma gerîla ya li gel xwe agahdar dikir. Hevrê Atakan her bîranîneke xwe vedigot, dîrokek dibe, bûyerek dibe, rastî vedigot. Berxwedan û xiyaneta di dîroka Kurdan de li me dida famkirin. Em ji zimanê wî fêr dibûn.”

Cîlo domdarî got: “Ne mimkûne ku mirov ji jiyan, hedef û îdalayên azadiyê yên hevrê Atakan bandor nebe” û wiha pêde çû: “Lêpirsîna jiyanê dikir. Pirsgirêkên me yên azadiyê, asta gelê Kurd û kêmaniyên me gotûbêj dikir. Girêdayî hevêryên xwe bû. Girîngî dida wext.

Dîroka Kurdistanê baş lêkolîn dikir. Nirxandinê wî yên pir bihêz ên derbarê jiyana Rêbertî û felsefeya mirinê de hebû. Têkildarî taktîk û jiyana gerîla tim di nava lêgerîn û lêkolînê de bû. Kesayet, nêzîkatî û sekna jiyanê, jiyan û mercên roja îro di asta herî zelal de rastiya me vedigot. Hebûna mirovan, xweşikahî, rastî, başî û gelek tişt xîtabî me dikir. Armanca hevrê Atakan erk û berpirsyartiyên dîrokê yên li ser me ferzin pêkanîn bû. Bi qasî fermandarbûnê bi her hevrê û komê re girêdan û heqîqeta xwe çêkiribû. Di warê jiyan, bîranîn û rêwîtiyên xwe de zana bû.”

‘NIRXANDINÊN RÊBERTÎ PÊK DIANÎ’

Cîlo diyar kir ku Şehîd Atakan Mahîr ji bo wan digot; ‘Divê em baweriya hemû gelan li ber çav bigirin. Divê em ji zimanê her ol û gelan fam bikin’ wiha got: “Li gel komên nû hatibûn qada Dersimê sobhet dikir, erdnîgariya Dersim û çanda wê vedigot. Çand, nirx û baweriya her eşîret, mezheb û gelan ji bo me digot. Nirxandinên Rêbertiyê peyv bi peyv dixwend, li qadê dixiste pratîkê. Têkoşîn û berxwedana gerîla mezin dikir. Hevrê Atakan dizanîbû li gel zarokan bibe zarok. Dikete cihana kal û ciwanan. Bost bi bost li çiyayên Kurdistanê geriya û xwêdan rişand. Di berxwedana xwe ya gerîla de jiyaneke pak û sade hebû. Bi benden û rûhî xwe dabû dozeke ya gelan. Hevrê Atakan Mahîr şoreşgerekî Kurd, pêşeng û hewarî bû.

‘DI NEWROZA 2013’AN DE ME LI BA HEV BÛN’

Sala 2013’an dema pêvajoya aştiyê dihate gotûbêjkirin, em li gel hevrê Atakan li geliyê Dersimê bûn.Em lê pêşberî Erzinganê bûn. Li destê me radyo hebû. Me guh dida nûçeyan. Di 21’ê Adara 2013’an ango Newrozê de, wê peyama Rêbertiyê bihata xwendin. Me jî bi kelecanî guhdar dikir. Bê ka wê Rêbetî ji bo pêvajoyê çi bêje, wê peyama gele me tevgera me çi ba; me dixwest fam bike. Hevrê Atakan wê demê ev hevok got; ‘Roj wê bê, hûnê vê kêliya dîrokê ji bîr nekin’ yek ji kêliyên herî bi wate û dîrokî bû ku li gel hevrê Atakan hate jiyîn. Ev kêlî di têkoşîna jiyanê de bû ebedî û dîrokî.”

‘HÊRSA WÎ YA LI DIJÎMIN MEZIN BÛ’

Cîlo destnîşan kir ku şehîd Mahîr dahûrandandinên dîrokî û civakî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kûrahiyê ve digirt dest û wiha pêde çû: “Xwedî dahûrandinên bi hêz bû. Meyzandina wî ya jiyan, agahiyên teorik, bi berxwedana gerîla û dîsa erken xwe yên pêşengtiyê bi cih dianî. Qirkirin û hovîtiya li ser mirov û Kurdistanê baş dizanî. Digot; ‘Em xwedî dîrokekî wiha ne’. Hevrê Atakan li dijî hişmendiya dagirker û sîstemê xwedî hêrsekî mezin bû. Cihê berxwedana Elîşêr û Zarîfe nîşanî me da. Li nava gelek şikeftan me hestiyên mirovan dîtin. Tim dianî ziman ku Kurdistan xwedî dîrokekî tirajî û dewlemend e. Hemû serhildan, berxwedan û xiyanetên li Kurdistanê pêk hatin bi awayekî bihêz ji bo me vedigot û dida famkirin.”

‘GERÎLA LI PEY ŞOPA WÎ YE’

Yek ji fermandarê HPG’ê Erdal Cîlo herî dawî têkildarî endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Atakan Mahîr ev got: “Şehîdbûna hevrê Atakan şopek mezin li me hişt. Em ê xwedî li bîranînên wî derkevin. Ji bo gelek azad, jiyanek azad û welatekî azad heta guleya xwe ya dawî şer kir. Yên li ber xwe didin û şer dikin bi ser dikevin. Wê gerîla doz û têkoşîna hevrê Atakan bidomîne. Gerîla wê di dîroka PKK’ê de di her demê de bi erke xwe rabe û li her derê têkoşînê bidomîne. Bi sedan komên gerîla li ser şop û girêdayî bîranînên hevrê Atakan dest bidin çeke û gav bi gav doz û jiyana wî bigiînin serketinê.”