Milîsên Zulkuf Gezen ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên xwe daxuyanî da, got:

“Şeva 5’ê Gulanê di derdora saet 01.00’an de weke Milîsên Zulkuf Gezen me li dijî stasyona parkê ya ku wesayîtên servîsê ya ayîdê Wezareta Edaletê, çalakiya sabotajê kir.

Stasyon li ser rêya bejahî ya D 100 cih digire. Di encama çalakiyê de şewat derket, nêzî 17 wesayîtên servîsê îmha bûn û bi dehan wesayîtan jî zirar dîtin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di rojên dawî de li metropolan û Kurdistanê di operasyonên siyasî yên zêde bûne de, mirovên me yên şoreşger tên girtin. Lê tu kes li hember van kirinan çok daneyne û paşde gav neavêje.

Ev çalakiya me weke bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên me yên azad, bersiva êrîşên faşîst ên ku polîsên Tirk li dijî gelê me yê sivîl, siyasetmedar û saziyên me pêk tîne, hate lidarxistin.”