Ev sernavê nivîsa rojnamevan Şemal Xurşîd e û dibêje; Êrîşa li ser çapemeniya azad li Belçîka bi daxwaza Fransa û teslîm kirina siyasetmedarên penaber ji bo dewleta Tirk a dagirker, nîşan didin ku NATO rolek daye Fransa û êîrşî Kurdan dike.

Behane jî ew e ku saziyên Kurdan, terorê fînanse dikin. Ev behaneyek pirr arzan e. Dewleta Tirk ya faşîst jî her dem van behaneyên derdixe pêş.Behaneya Frensa jî destekirina faşîzma Tirkiyê ye.

Rojnamevan Şemal Xurşîd wiha dewam dike; Di dema Saddam û di komkujiya kimyewî ya Helbceyê de jî Fresna roleke qirêj lîst.

Xanim Mîterand jî li gel Malbata Barzanî cih girt û di damezrandina parlamena Herêma Kurdistana de rolek lîst û ew weke “dayîka Kurd” tê binavkirin. Lê ev teva ji bo rêxistinkirina xeta xiyaneta li Kurdistanê ye.

Dagirkeriya dîrokî ya Frensa, li Efrîqa, Asya û qeraxên Derya Spî baş tê zanîn. ; Di 150 salên dawî de, di hemû êrîş û azara Kurd û Kurdistanê de dewleta Fransa heye. Divê şoreşger û têkoşerên Kurd vê rastiyê tu caran jibîrnekin.

Di heman demê de, şîrketên Fransa li Sûriye pêwîstiya betona çeteyên DAÎŞê pêkanîn û çendek ji van şîrketan hatin dadgehkirin,

Fransa yek ji îmzekarê Peymana Syks-Pîcok ku Kurdistan kirin çar parçe ye.

Di sala 2013’an de, jî pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Sara, Rojbîn û Ronahî , li payîtext Parîsê hatin şehîdkirin.

Piştre yek ji pêşenga Kurd Evîn Goyî û hevalên wê li Parîsê hatin şehîdkirin.

Lewna divê em wek Kurd rewşa Fransa baş not bigirin û ji bo demên pêş rola wî ya di doza Kurd de baş bibînin û tedbîran bigrin.

Di dema serdana serokê Fransa Macron ya Baxdayê, milê Germiyan ku ji aliyê hêzên hewayî yên Fransa têne parastin, di 2022’an de ji pêşengê Şoreşa Roşava Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin şehîd kirin. Di heman demê de pêşengê siyaseta Başûr Mamoste Şemal jî, li ber derê mala xwe hat şehîd kirin.

Ev teva didine xuya kirin ku NATO û hevpeymana wan. êrîşên li dijî gelê Kurd dinava xwe de parve kirine. Lewma. em dibînin ku rolekî nû ya bêyom dane Fransa.

Divê em rola Fransa ya li Rojava jî li ber çavan bigirin