Di 1’ê Adarê de, Îran dê biçe ser sindoqan û 290 parlamenterên ku dê 4 salên piştî hilbijartinê de li parlamentoyê nûnertiyê bikin.

Her wiha di heman rojê de deng ji bo hilbijartina 88 endamên Parlamentoya Pisporan ku erkê wan wezîfedarkirin û ji wezîfeyê xistina rêberê olî ye, ji bo 8 salan tên hilbijartin.

Ji ber ku amadekariyên hilbijartinan destpê dikin, tê pêşbînîkirin ku rêjeya beşdariyê kêm be.

Çalakvana girtî ya Îranê Nergîs Mihemedî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê, di daxuyaniya xwe ya bo boykotkirina giştî de got:

“Komara Îslamî bi zulm û zordariya xwe ya hovane, kuştina ciwanan li kolanan, bi darvekirinan, girtin, îşkencekirina jin û mêran, hêjayî cezayên netewî û gerdûnî ye.”

Tê pêşbînîkirin ku rêjeya beşdariya li hilbijartinên parlemanî yên Îranê ku roja Înê tê lidarxistin kêm be.

Di hilbijartinên parlementoyê yên sala 2020’an de 57 milyon û 718 hezar û 159 hilbijêran mafê dengdanê hebû û ji sedî 42’yê hilbijêran çûn ser sindoqan.

Ev rêjeya beşdariyê wek kêmtirîn rêjeya beşdariyê di hilbijartinên piştî şoreşa Îranê ya sala 1979’an de hat tomarkirin.