Komîsyona Jinan a KNK’ê hişyarî da ku eger dewleta Tirk bi destê PDK’ê karibe li Garê û Metîna şer bide destpêkirin, wê bi 40 baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê komkujiyan bike û li dijî vê yekê bang kir.

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî provokasyona ku PDK’ê li Garê û Metîna dike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Komîsyona Jinan a KNK’ê û jin ên endamên KNK’ê çend roj in di rewşeke awart de ne. Sedema wê jî, şandina tank, top, çekên giran û hezên taybet yên PDK’ê li ser herêmên Garê û Metîna cihên ku hêzên gerîlayên PKKê nêzî 40 salî ye, lê dimînin. Bi wan hewlan diyar e ku amadekariyeke şerekî giran û berfireh di rojevê de ye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Di daxuyaniyên dewleta Tirk û hinek dewletên welatên rojava de diyar dibe ku ew benzînê di ser agir de dikin û dixwazin Kurdan bînin hemberî hev. Ji ber ku hêzên dagirker sed sale, bi rêbaza ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ Kurd lewaz kirin. Îro jî piştî ku Kurdan li Başûr statûya federeyê bi dest xistin û li Rojavayê Kurdistanê xweseriyek ava kirin, ev dewlet ditirsin ku kontrola xwe ya sedsalî ya li ser Kurdan winda bikin. Her wiha dîtin ku Kurd bi têkoşîna azadiya jinan pêşengiya guhertina erênî ya civakî dikin û civaka Kurd bi jin û merên xwe êdî ber bi civakeke nûjên, ronakbîr û azad ve dimeşe. 

Di dema şerê DAÎŞ’ê de jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê serê Kurdan di asta cîhanê de bilind kirin. Dirûşma bi kurdî ‘jin-jiyan-azadî’ edî îro bi hemû zimanê cîhanê tê gotin. 

Erdogan dijî hemû destketiyên jinên Kurd şer dike.  Dijî pergala hevserokatiyê ye û li dijî jinên Kurd e. Gerîlayên jin bi rihê fedaîbûnê li dijî DAÎŞ’ê pêşengiya rizgarkirina Kurdistanê, herêma Rojhilata Navîn û cîhanê kirin. Bi vê qehremaniyê derbeke giran li felsefeya serdestiya selefî-pan îslamîsta Tirkan, bi rêya DAÎŞ û hezên din yên cihadîstan xistin. Erdogan tola xwe ji jinên Kurdên ku serdestiya baviksalariya Erdogan û kurên wî yên DAÎŞ’î şikandin, digre. Ji bo ve jî rayadarên dewleta Tirk di her firsetê de zimandirêjiya jinên Kurd dikin, jinan zîndanî dikin. 

Ji ber vê jî em hemû êrîş û zimandirêjiya ku wan rojan li aliyê hinek rayedarên PDK’ê ya li ser sîstema hevserokatî û jinên têkoşêr bi tundî şermezar dikin. KNK’ê jî wek hêzeke neteweyî xwediye sîstema hevserokatiyê ye û hemû partî û kesên ku endamên KNK’ê ne, bi wê yekê şahnaz in. 

‘LI KURDISTANÊ ÊDÎ SIYASETA KOLETIYÊ NAMEŞE’

Edî li Kurdistanê siyaseta koletiyê ya li ser jinan û Kurdan nameşe. Ji bo wê jî, dixwazin destketiyên me bi şerekî giran ê ku amadekariya wî niha li deverên Garê û Metîna pêk te, têk bibin. Dîsa me Kurdan û jinan vegerînin merheleya berê ya koletiyê. 

Em jinên Kurd wateyê didin siyaseta dewletên dagirker, lê em wateyê nadin hêzeke Kurd ku xwe li ser navê dagirkeran dike amûrê şerê wekaletê.

‘DEWLETA TIRK DOSTÊ ME NÎNE, DIJMIN E, KUJER E, DAGIRKER E’

Hemû cîhan dizanê ku dewleta Tirk di bin rejîma Erdogan de dijminê Kurdan û jinan e. Îro bûye bela serê gelên Ewropayê, gelê Ermenî û Ereb jî. Lê heger aliyekî Kurd, xwe dostê vê dewletê destnîşan bike, dibe alîkar ku rûyê wê yê reş û kujer were veşartin. Dewleta Tirk dostê me nîne. Dijmin e, kujer e, dagirker e, mêtînger e û zayendperest e. Ji bo paşeroja azad, li dijî vê dewletê pewîstiya me bi têkoşîneke neteweyî ya jinan û Kurdan heye. 

‘EGER DEWLETA TIRK LI GARÊ ŞER BIDE DESTPÊKIRIN, WÊ BI 40 BAREGEHÊN XWE LI BAŞÛR KOMKUJIYAN BIKE’

Heger Dewleta Tirk ser bikeve û li herêma Garê, Metîna şerekî bide derxistin, dikarê piştî wê jî bi 40 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê di nava çend rojan de qetlîama li ser  me Kurdan pêk bîne û statûya federe ya Başûr têk bibe û Rojavayê ji holê rabike. Divê em ji bîr nekin, Erdogan û rayedarên dewleta Tirk dubare gotin ku hebûna statûya Herêma Kurdistanê di dilê Dewleta Tirk de birîneke kûr e. 

Em bang li jinên Kurd dikin, Kurdistana ku bi xwîna şehîdên jin û mêr hatiye vê rewşê û îro jin tê de bûne xwedî nasnamaya rûmetê, nehêlin bila di şerê berjewendiyên dagirkeran de bê şewitandin. 

Her wiha em banga xwîşkên xwe dikin, bila destûrê nedin ti hêzek zimandirejiya reşkirina qezencên me jinan bikin. Ew hêz dixwaze hêzên dagirker bin, dixwaze yên Kurd bin.”