Li Swisre, Kantona Zurîhê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ji Îmraliyê re qert hatin şiyandin.

Jinên ku li ber postexaneya Zurîhê kom bûn, qertên li ser hestên xwe yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandîbûn, şiyandin Girtîgeha Îmraliyê.

Beriya çalakiyê Dayikên Aştiyê , li ber postexanê daxuyaniyek dan û gotin:

“Azadiya Rêbertiya me, azadiya gelê Kurd e. Em bang li her kesê ku alîgirê azadî, aştî û demokrasî ne dikin ku xwedî li pêngavê derkevin.”