Civaka Îslamî ya Kurdistanê -CÎK, bi daxuyaniyekê, êrişa nijadperestî ya li Belçika, bajarê Leûvenê ya li dijî malbateke Kurd, şermezar kir.

CÎK’ê, bang li Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan kir ku li dijî êrişên Tûranîstên nijadperest yên dewleta Tirk rawestin.

CIKê got; Dewleta Tirk a Tûranîst ji bo qirkirina Kurdan hemû hêza xwe bi kar tîne.

Dewleta Tirk ola Îslamê û Misilmantiyê jî, ji bo kuştina Kurdan bi kar tîne, lewra divê gelê me xwe ji vê dewletê, saziyên wê û civatên wê dûr bixe.

Di meha Remezanê de kuştina Kurdan li deverên pîroz yên mîna mizgeftê, sorkirina mirovan ya ji bo vê armancê, yek ji gunehên herî mezin e.

Meha Remezanê, meha herî pîroz û bi rehm ya ola Îslamê ye.

Mixabin dewleta Tirk a nijadperest bikaranîna manewiyata mirovan dixwaze vê mehê bike meha kuştinan.

Dixwaze Kurdan tine bike, qir bike û vê yekê jî bi navê Îslamê dike.

Ev yek gunehê herî mezin e û divê hemû misilman li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.

CIKê, bang li hemû Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan kir ku li dijî van êrişên Tûranîst ku bi zihniyeke faşîzan komkujiyan dike rabin.

Divê gelê me jî li dijî êrişên nijadperestî bibe yek.

Ji bo nekevên helwetsek provokasyonî, divê li hemberî nijadperestiya tarî û tund li ser zemîna hiqûq û siyasî têkoşinê bike.

Em bi yekîtî û hevgirtina xwe careke din bi bîr bixînin ku dewleta Tirk ya piştevanê çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wê nikarin gelê Kurd biqedînin.

Em ji bûyerên qewimîne dersê bigirin û li hemberî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me, têkoşîna xwe ya mafdar bi serketinê tacîdar bikin.